| | | | | | Rêber APO Doza Partiyê Bûyerek Mezin e, Partîbûyîn Hêza Herî Mezin e!  PKK, di rastiya xwe ya 18’emîn de, çiqas nêzî rastiya serkeftinê ye daye selmandin. Doza me ya mezin a partiyê, bi herî derfetên kêm û bi îdeayên ku zêde ne pêşketîbûn, bi komeke ku wê çi bikin ne diyar bû, bi vê gava ku li gundê Fîsa Amedê hate avêtin, di roja me ya îro de bû navê pêvajoyeke destanî. Bêguman beriya destpêka partiya me jî heye. Bihara 1973’yan, di asta herî kêm de tovavêtineke partîbûyînê bû. Ev jî gaveke cidî bû û piştre her sal di wateya avabûnê de xwedî cihek e. Çawa ku, her bihar destpêka jiyaneke nû be, şînbûn, şa... 15’E TEBAXÊ DI XEBATA ME DE GAVEK E  15’ê Tebaxê di xebata me de gavek e, weke gavên din, dema hevalan ev gav avêt, nikarîbûn mesûliyeta mezin bigirtana, her roj bar dima ser me. Me xwe ba neda, xwe li paş jî nexist. Dijmin digot 48 saet, 72 saet, sê rojan de em ê wan ji holê rakin. Sê roj bû sê meh, sê meh bûn sê sal, sê sal bûn neh sal. Niha mirov dikare bêje ji dijmin bêhtir em li welêt xurt in. Me serê çiya hemû girtine. Dijmin nikare, pir zêde pêngavan pêş bixe; bi hezaran pêngav çêkirin, nikarîbû me ji holê rakin, biqedînin. Me bi însanên ji dijmin bêhtir zirarê didin xwe ... TAYBETMENDIYÊN KESÊN BI HÊZ ÇAWA NE?  Taybetmendiyên kesên bi hêz çawa ne? Taybetmendiyên kes ên şervan çawa ne? Ka em ceribandinekê bikin; em marekî dirinde biavêjin erdê. Wê hest, tirs û parastineke çawa di kesayeta de bide çêkirin? Li ser mirovekî dirinde bihizirin. Weke gur serê xwe rakiriye. Weke mar zimanê xwe derxistiye. Weke lawirekî dirinde ye. Li ser mirovekî wisa bifikirin. Wê çavê we derbixe, dilê we derbixe, we biêşîne. Hûn ê di devereke wisa de taybetmendiyên çawa bigirin? Ger em hêza xwe parastinê, ya xwe rêxistinkirinê bidin we, ma gelo hûn ê bikaribin ... 15’E TEBAXÊ Dİ XEBATA ME DE GAVEKE  Axaftina Serokatiya Partiyê Li Ser Deh Saliya 15’ê Tebaxê 15’ê Tebaxê di xebata mede gaveke, weke gavên dine, wexta hevalan ev gav avêt, nikarîbûn mesûliyeta mezin bigirtana, her roj bar dihate ser me. Me xwe baneda, xwe li paş jî nexist, dijmin digot 48 saet, 72 saet, sê rojan de em ê wana ji holê rakin. Sê roj bû sê meh, sê meh bun sê sal, sê sal bûn neh sal. Niha mirov dikare bêje ji dijmin b&ec... HESTÊN MEZOPOTAMYA  Jinên herî mezin di dîrokê de ji van axan, yanî ji Mezopotamya derketine. Em jî li pey wan in, paşhatiyên wan in. Em tevgera vegera dîrok û evînê ne, li pey nemirinê ne.Va, ku Ewropayî bi ti awayî fêm nakin û dibêjin, “Ev zilam, li ciyekî weke Rojhilata Navîn ku despotîzm lê serdest e, çawa vê azadiya mezin diafirîne?” Bi ya wan qabeya van xebatan Parîs e, New York e, London e. Di bingehê hêrsa wan a li hember min û PKK’ê de ev heye. Yanî hun ne navenda şariştaniyê ne, ne navenda sivîlbûnê ne, hun ne navenda xweşikiyê ne. Ev hemû bi me he... PrevNext Parastina Rewa Di Berxwedanîya Deh Mehan De Yê Kû Bin Ket e Dewleta TC’yê  Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan *Li ser têkoşîna bakur gelek nîqaş hene, weke tevger ev têkoşîna 10 mehên dawî hûn çawa dinirxînin? Destpêkê ez ji bo tevahî gelê me silav û rêzên xwe pêşkeş dikim. Di van 10 mehên bihûrî de bi rastî şerekî bi qehremanî çêbû. Di dîroka berxwedana gelê Kurdistanê de rûpelek nû vekir. Di vê de şehidên me yên qehreman ku xwedan ked in, rol leyîstine û xwe feda kirine; di şexsê hevrê Azad Sîser, Çekdar Amed, Baran Dersîm, Şervan Varto, Hakî Amed, Ekîn Van, Botan Hakkarî û heval Ber... Zêdetir bixwÎne... HESABÊ HEMÛYAN WÊ BÊ PİRSÎN, TOLA WAN WÊ BÊ HİLANÎN!  Dibe ku dewlet be, dibe ku wehşetê dike, dibe ku bi bêmerhametî bi ser mirovên birîndar ên li jêrzemînê diçe, dibe ku wan qetil dike, lê êdî mêtîngeriya Tirk têk çûye. Berxwedana îro li Kurdistanê tê nîşandan, wê êdî bibe goristana wan. Divê her kes bi vê zanibe. Ev berxwedan işaret bi vê dike. Berxwedanên Cizîr û Sûrê ji niha ve bi ser ketine. Ew hatine şikandin. Dibe ku dewlet be, dibe ku wehşetê dike, dibe ku bi bêmerhametî bi ser mirovên birîndar ên li jêrzemînê diçe, dibe ku wan qetil dike, lê êdî mêtîngeriya Tirk têk çûye... Bêguman ev ... Zêdetir bixwÎne... HESABÊ VÊ HOVÎTİYÊ WÊ Jİ ERDOGAN BÊ PİRSÎN  Roj roja namûs û şerefê ye. Bi rastî jêdî dema gotinê derbas bûye. Roj roja liv û tevgerê ye. Ev yek ji bo me jî derbas dibe. Em jî di vir de berpirsyariya xwe dibînin. Lê divê vê bêjim; ji destê kê çi tê divê bike. Dijmin dixwaze bi gelê me re gav paş de bide avêtin û teslîm bigire. Ev şer di destpêkê de li Îmraliyê hat destpêkirin. Sîstema îşkenceya psîkolojîk a li Îmraliyê dijwar kirin. Herî dawî du heval bê pirs û daxuyanî, ji Îmraliyê derxistin û sirgûn kirin. Ev yek, gavek li dijî Rêberê me ye. Dijwarkirina sîstema îşkenceyê ye. Rê... Zêdetir bixwÎne... KÎ Jİ XWE RE DİBÊJE 'EZ MİROV İM' DİVÊ Lİ MALÊ RÛNENÊ  Bi rastî jî di têkoşîna azadiyê ya kurdistanê de em ketine pêvajoyeke nû ya şer û berxwedanê. Yekemcar e ku gelê me ji bo azadiya xwe, ji bo hebûna xwe, ji bo Rêberê xwe û ji bo jiyaneke azad di vê astê de li ber xwe dide. Ev berxwedan ne tenê berxwedana Sûr, Cizîr û Silopiyayê ye, berxwedana gelê Kurdistanê ya li dijî zilma mêtîngeriyê ye. Berxwedana gelê me berxwedana demokrasî, azadî û hebûnê ye. Ev berxwedan wê bi ser bikeve. Êdî ne mêtîngerî, wê gel bi ser bikevin. Îro roj dora Kurdan e. Roj roja Kurdan e, roja demokrasî û azadiyê ye. Roj... Zêdetir bixwÎne... |
|
|  Piştî em ji Dêrsimê derketin, pir dem li ser derbas bû. Êdî Dêrsim li pişt me ma. Tiştên hatine jiyîn, rêhevaltî di dilê me de cihê xwe girt, ji me re tenê bi bîranîn ma… Em, îro ji Geliyê Zîlan derbas dibin. Ji ew Geliyê Qirkirinê. Ew çemê ku bi sedan cesedên însanan avêtine, em ê pêxwas bikevin têde. Bi bêsebriyek mezin ez ê ber bi wir ve bimeşim. Piştî ku em ji girên Eledaxê hilkişiyan û daketin Geliyê Zîlan êdî li pêşberî me xûya dikir. Dema min ji wê bilindahiyê lê nêrî, li gel asêbûn û heybeta wê dîrok jî di serê min de zindî bû, laşê min tevizî. Di wê kêliyê de helbestê Musa Anter a li Kurdistanê newalên bi xwîn rêz dikir hat bîra min. Zîlan, Munzur, 33 Kurşun û Newala Qesaba. Derfetê Newala Qesaba û Geliyê Zîlan dîtin di kesayeta min de hêstên ku mirov nikare bîne ziman ava kiribû. Piştî ku em ketin çema Zîlan û derbasî pêşberî avêbûn, bi berbangê re bi awayekî westiyayî em gihîştin noqteyê. Hevala Kînem û hevala Medya hema bi xew ve çûn. Ez û hevala Dorşîn jî me biryar da ku em çay çêbikin. Me herdû taştê xwar. Hevala Kînem û hevala Medya nexwestibûn em wan şiyar bikin. Jixwe piştî demekê ew jî şiyar bûn. Ji ber em ê bi şev biçûna Tendurekê, rêya me pir dûr bû, diviyabû me baş îstîrehet bikira. Dilopên baranê niqûtîn rûyê min, ez şiyar bûm. Hevala Kînem bi çay çêkirinê re mijûl dibû, ji bo xwarinê gazî me kir, me xwarina xwar. Ewr tam hatibû girtin. Dema ji me re hate gotin, ger baran bibare em ê zû derkevin, me xwe kom kir û em derketin rê. Hîn em sed metro pêşde çûbûn, hewa vekir. Em mecbur man ku cihê lê em bisekinin. Hîn ji saetê tevgerînê re saetek mabû em derketin rê. Her ku em dimeşiyan, zîrve nêz dibûn û hêstekê ku em serwerê hemû erdnîgariyane di me de ava dibû û piştî wê hêsta AZADIYÊ hemû hucreyên min dorpêç dikir. Helbet hilkişandina bilindahiyê jî wisa hêsan nîne. Bi bêhn çikiyayî, bi tempoyên ku xwezayî giran dibe re em bilindahiyan derbas dikin, dema em digihîjin duziyê êdî kes nikare me zeft bike. Ew cadeyên ku quryeyên me behs dikirin, piştî meşa evrazî ya bi saetan kişand vaye derket pêşberî me. Sipîtiyên ku di taritiyê de dibiriqin bala me dikşîne. Li van derana hîn berf neheliya bû. Êdî sermahiya wê hûn bifirikirin! Jixwe ji ber sermayê bi awayekî balkêş em pir lez dimeşin, wekî din germbûn ne mimkûn e. Piştî ku em demek di vê rêyê de meşiyan Tendurek li pêşiya me dixûya. Di hundirê zomekê (li Serhedê ji gomên ku em dizanin, dibêjin zom) de me navber dabû, quryeyê me da diyar kirin ku, hîn sê saet maye. Her ku em ber bi quntarên Tendurekê ve diçûn bêhnekê ku mirov nikare tehemul bike belavî derdor dibe hebû. Piştî em ber bi ava ji kukurt derbasbûn me çavkaniya bêhnê fam kir. Saetek mabû ku hewa ronî bibe, em bi awayekî westiyayî dimeşiyan me hinek deng bihîstin. Piştî ku me reşatiya çar kesan dît, me fam kir hêzên qada Serhedê ne. Em pê pir kêfxweş bûn. Piştî ku me silav da hevalan, ji bo em biçin noqtê heval ketin pêşiya me û em meşiyan. Dema em gihîştin wir hewa ronî bibû. Li wir tehtên navdar ên Tendurekê hebûn, jê re digoton “Kir”. Ev kevir ji teqînên volkanan çêbû ye. Beriya ez werim vir, min ji hevalan bihîstibû, ji ber kevirên wir pir tûj in, pêlavên hevalan pir zû diqetin. Bi rastî jî ji niha de pêlavên me derbe xwaribûn. Ji ber bandora westandinê deqê carekê em ji hevalan dipirsin, ji noqtê re pir ma ye! Ew jî bê bersiv nahêlin. Yek jî ji grûbê derbasbûyî hevala Berfîn ji ber tenduristî li wir mabû. Min rewşa wê jî ji hevalan pirsî. Em di pêvajoya paşvekişîna 99’an bi hev re bûn. Li rê hinek zehmetî kişandibû. Lê rexmê her tiştî hevaleke bi hêz bû. Niha em bi wê re ji bo pratîkek tên gel hev û di wateya rêya Başûr ku me bi hev re temam nekiribû, em ê bi hev re temam bikin, ev hêstek pir xweş û bi wate ye. Ez di nav van fikran de dimeşiyam, heval li pêşber bendî me sekinîbûn. Bi pêşwaziyek germ, me hev himbêz kir. Bi halê xwe yê westiyayî ji milekê ve me sohbet dikir, ji aliyê din jî me amadekariyên taştê dikir. Li vir av û dar pir kêm tên dîtin. Ji ber li her cihî dar nîne, heval ji cihên pir dûr tînin. Av jî ji sarincan pêyde dikin. Tama avê pir xweş e û weke cemedê ye. Lê taybetmendiya vê avê dema ku sabûn dikeve navê zûha dibe. Tişteke kîmyevî dihêle ku av zûha bibe. Yek jî axaftina “li Serhedê jiyan bi rojê re dest pê dike” pir diyarker e. Ji ber ku sermayek pir dijwar heye. Heval dibêjin, ev cihê em niha lê ne li gorî cihên din germ e. Li Cehennem Deresî havîn, zivistan ferq nake. Li vir dijminê herî mezin qoricîne. Tevgera dijmin li gorî agahiyên tên dayîn pêk tê. Dema tespîta noqte tê kirin, zilam bi sizmayê dikarin werin heya gel wê noqtê, lê arazî ji bo pevçûnan pir xweş e. Heval dibêjin, ger di mermiya yekemin de tiştek neqewime, piştî wê pirsgirêk nîne. Piştî ku me di pir mijaran de agahî girt, derket holê ku divê çend roj em li wir li bendê bisekinin. Em ê li bendî hevalan bisekinin. Heman demî ew heval, kuryeyên ku me ji ser sînor derbas bikin in. Nexwe em jî heya wê çaxê îstîrehet bikin. Di saetên êvarî de serma hîn zêde xwe da hîs kirin. Ji ber bataniyeke me hebû, şeva destpêkê em her pênç heval jî heya sibê me xwe du qat kiribû. Nobedarên sibê hevalên jin û nobedara yekem jî ez bûm. Dema ez çûm nobetê hevalê Bager di nobetê de bû. Dema ji min re got, “ez hîn nû hatime, niha biçe dûvre were” ez zivîrim mangê. Piştî saetek ji bo nobetê dîsa çûm cihê nobetê. Heval hişyariya baldarbûnê kir û çû. Dema ku min bi dûrbîn derdor kontrol dikir, min dît ku bi qasî deh hesp li pey hev dibezin. Ez fikirîm min got, herhal li vir pir hesp hene. Dema min nobet dewrî hevala Medya kir, min hesp nîşanî wê kir û çûm mangê. Heval cihazê mezin vedikirin. Ji bo gohdar bikim, ez çûm gel wan. Di wê navberê de dema min ji hevalan re behsa wan hespan kir, heval gotin, qoricîne. Dema ku heval nêzîkatiyek cidî raber kirin, min ferq kir ku di gotinê de ez dereng mame. Me axaftina hevalê Cemal gohdar kir, me moral girt. Piştî wê derbasî mangê bûm. Hevala Berfîn û hevala Dorşîn xwarin çêdikirin. Ber bi êvarî me xwest ku em koz çêbikin, lê me rewş fikirî, ji ber ne guncav bû, me dev jê berda. Wisa dixûyê ku em ê îşev jî heya sibê wisa bimînin. Ber bi êvarî ve dema nobedar dijmin ferq kir, hevalan ji bo keşfê belavî derdor bûn. Texmînên wek, dibe çavdêrbin, dibe operasyon hebin pêş diketin. Ez û hevala Berfîn ji ber dicemidîn, hevalê Bager û hevalê Savaş nan çêdikirin, em çûn gel wan. Armancê me bi agirê nan xwe germkirin bû, lê di vê navberê de em nan jî dibrêjin. Piştî ku ez ji dû bandor bûm, derbasî mangê bûm. Min ê çay çêkirina, hevalê Botan ji min re got, agir pênexe, ji agirê mangê jêr fêde bigire. Min jî çaydan tije av kir û daketim jêrê. Hevala Medya û hevala Dorşîn jî jixwe li wir bûn. Piştî xwarin û çay hate çêkirinê, em çûn mangê me xwarin xwar. Me pozîsyona xewê girtibû ku, hevalê Savaş destê wî de malzeme hate gel me û got, “heval ji ber rewşên awarte ev malzemeyan têxin çenteyên xwe.” Min jî got, temam û min ji dest girt. Beriya ku hewa ronî bibe hevalan me şiyar kirin. Hevalê Sîdar hinek nerehet xûya dikir. Piştî demekê di cîhazê de dijmin got, “me dîmenê du kesan girtiye” wê demê me fam kir ku, dijmin me ferq kiriye. Me hema bi lezgînî çenteyên xwe amade kir û dest bi manevrayan kir. Hevalê Sîdar hîn jî nerehet bû. Di nav tehtan de em yek rêz li pey hev dimeşiyan. Em ji noqtê dûr ketibûn, hevalê Aram ji pişt gazî kir got, lez paş ve bikşên. Berî ku talîmatê hevalên pêşiyê hebe; paşve zivîrandina hevalan û teqîna mermiyan di yek carê de pêk hat. Em hemû ketibûn kemînê. Baş bû ku heval zû bersiv dan, em paş ve kişiyan û me xwe xist saxlemiyê. Me fam kir ku qoricî bi me re ketine pevçûnê. Saet heftê sibê bû û ev yek ji bo me dezavantaj bû. Wekî em difikirin nebû, berovajî çêbû. Qoricî hema agahiyên şaş didan leşkeran. Di cîhazê de dibêjin, birîndarên wan hene û hinek kes jî kuştîne. Ew di nav hewldanê hev dayîna bawer kirinê de bûn, me jî ji vê îstîfade kir û em ji wir dûr ketin. Bi rastî jî me erzan xilas kiribû; bi saya tirsonekî û xeşîmtiya qoriciyan. Em paş ve kişiyabûn û me xwe xistibû cihê ewle. Dijmin him bi dûrbîn hem jî bi cîhazê denetim dikir, tiştê ku cara yekemîn lê rast hatim û pê matmayî mam; sûbayê dijmin bi israr ji leşkerên xwe re digot, nekevin rîskê û wan paş ve dikişand. Helbet di wateyeke de bi mantiq nêz dibû. Tendurek ji seriyek heta seriyê din bi kevirên reş ve tijebûn, ketina wir karê wêrekî ye. Dawiya vê rêyê jî xûya bû, ev rojana wê weke bîranîn ji me re bimîn in. Piştî roj çû ava, em hîn rehetir bûn. Hevalê Îsa ji çiyayê Agirî hatibû, lê ji ber operasyonê nekarî bigihîje me. Piştî têkilî bi cîhazê danîn, hevalê Kawa hevalekî girt gel xwe û çû wî bîne. Em jî bi tarîbûnê ve ketin tevgerê û me bi wan re hevdîtin çêkir. Piştî wê em çûn cihekê hîn saxlemtir. Di keşfa sibê de derdor aram bû. Dijmin paş ve kişiyabû. Me amadekariya çay kir û bi nanê dawiyê me taştê xwar û wexta îstîrehetê hat. Di vê navberê de em fêr bûn ku, quryeyên me hevalê Botan û hevalê Kawa ne, em dikarin di nava du rojan de sînor derbas bikin, lê ji ber xetekê tenê ye ev jî zorî tîne û fedakartiyê dixwaze. Hemû heval di feraseta, çi pêwîst dike em ê bikin, tenê em sînor derbas bikin de bûn. Ber bi êvarî ve em çûn noqteyê nêzî avê. Grûbek heval çûn depoyê. Ji bo em ê sibê derkevin rê, divê em erzaqên xwe amade bikin. Çawa em gihaştin noqteyê heval gotin, “em ê biçin dara, bila du hevalên jin jî werin.” Ez, hevala Dorşîn bi giştî şeş heval bi pêşengiya hevalê Kawa em çûn daran. Piştî meşa bi saeteke em gihaştin mintiqeyeke bi dar, em sisê sisê ji hev qut bûn. Bi zor her yek ji me dar amade kir, bar çêkir, hemû heval dîsa gihaştin hev û ber bi noqtê ve bi rê ketin. Tarîtî ketibû erdê, lê ji ber tavahîv hebû me dikarîbû ji ser tehtan bimeşin, lê dema heyv çû me pir zehmetî kişand. Yek jî ji bo em ê sibê derkevin rê, me nedixwest em cihekê xwe biêşînin, em pir baldarî dimeşiyan. Dema em nêzî noqteyê bûn hevalê Kawa dengê gur derxist ku cihê noqtê tespît bike, lê ev îşareta wî bê bersiv dima. Me meşa xwe berdewam kir. Piştî demek em rastî hevalê Savaş hatin. Ji bo me bigire hatibû. Dema em gihaştin gel hevala, saet deh bû. Erkeke xweş bû. Ji bo sibê komek darên me çêbûn. Di vê navberê de pêlavên me kêmek din jî kevin bûn. Dîsa jî dikarin me bibin derveyê sînor. Dema em şiyar bûn, karê me yê destpêkê agir pêxistin bû. Demek dirêj bû ku me sibê agir nikarîbû pêxistana. Piştî ku me taştê xwar, ez çûbûm quncikek min nivîs dinivîsand. Hevalê Aram hate gel min got, em ê di saet sisêyan de bikevin tevgerê û çû. Piştî wê min ji hevalên jin re saetê tevgerînê û pêwîstiya îstîrehetê vegot. Lê yek ji me jî nikarîbû xew bikira. Hevalên nanpêj dest bi karê xwe kiribûn, nan derdixistin. Ji ber li ber nan qatixên din nînbû, hevalê Cotkar ji bo rê helaw çêdikir. Rast e, îro li Tendurekê roja me ya dawî ye. Piştî ku hevalê Sîdar bi gruba me re li ser rêya du şevan civîn çêkir, me bi hev re wêne kişand. Tabî ji ber li gel hevalan kamera hebû, pir kişandin. Piştî bangawaziya hevalê Çetîn a “hevalên ku diçin bila werin çaya dawiyê vexwin” me li ser piyan çaya xwe vexwar. Êdî wexta xatir xwestinê hatibû. Bi rêzê piştî ku me ji hevalan xatir xwest, bi pêşengiya hevalê Kawa û hevalê Botan me dest bi meşê kir. Demek şûnde dema ez zivîrim, min li pey xwe nêrî hevalê Sîdar li ser tehtekê rûniştibû, bi kamerayê me dikişand û heya em ji ber çav winda bûn kişand. Li Tendurekê me rojên bi wate jiyan kir û hevalên hêzên Serhedê bi rastî jî bi nêzîkatiyên xwe yên germ û tije hezkirin her wê bi me re bin. Li xwe pir baş binêrin hevalno! SERKEFTİN! |
|
| | Şehîd - Bîranînên Gerîla “Li Serhedê Jiyan Bi Rojê Re Dest Pê Dike”  Piştî em ji Dêrsimê derketin, pir dem li ser derbas bû. Êdî Dêrsim li pişt me ma. Tiştên hatine jiyîn, rêhevaltî di dilê me de cihê xwe girt, ji me re tenê bi bîranîn ma… Em, îro ji Geliyê Zîlan derbas dibin. Ji ew Geliyê Qirkirinê. Ew çemê ku bi sedan cesedên însanan avêtine, em ê pêxwas bikevin têde. Bi bêsebriyek mezin ez ê ber bi wir ve bimeşim. Piştî ku em ji girên Eledaxê hilk... EVÎNDARÊ AXA BOTAN’Ê BU  Dû ciwan bi qasî heybeta Zağrosan berdewamiya riya Ali Çîçekan. Dû hevalên bi hesreta azadiyê ku serkeftîn esas girtibûn. Her dû heval pir ciwan lê cewhera ciwaneke di cewherê xweda çandibun. Heval Cûdî û heval Abas pir ji hev hezdikirin. Hevaltiyeke wan yê pir bi hêz û cewherî hebu. Dema ku heval Abas derbazî Gelî bûn. Heval Cûdî heman pişti heval Abas derbazî Gelî bu. Yani girêdaneke pir xurt he... REMZA RUHE FEDAYİTİYE  Rêheval Zîlan Amed di sala 1999’an li Amed’ê tevlî refên gerîla dibe. Li Zagrosan demeke dirêj dimîne. Sala 2006’an de diçe Dêrsimê. Her tim li cih û qadên zehmet de dimîne. Paqijiya dilê heval Zîlan di rûyê wê de xuya dikir. Li hemberî Dêrsimê hesreteke mezin dijiya. Wexta çû Dêrsimê di asta berpirsiyar de çû. Ruxmî ku temenê wê biçûk bû jî, lê pêşengtî dikir. Mirov di sekna wê ... EM SOZA JİYAN û NEMİRİYE DİDİN  Em diyaloga Rêbertî ya bi fermandar Eşref Başkale re bi we re parve dikin Rêbertiya Partiyê: Navê te? Eşref Başkale: Eşref Başkale R.P: Tu ji ku derê yî û çend salî yî? E.B: Ji Wanê me. Bîst û du salî me. R.P: Xwendina te? E.B: Dibistana navîn. R.P: Ji kîjan herêmê hatî û peywira te çi ye? E.B: Fermandarê taximê me. Ji herêma Zapê hatim. R.P: Çend heyvin tu li gel me yî? E.B: 5 heyv Sero... PKK HIM ÇAVKANIYA JIYANÊ Û HEM JÎ YA HUNERÊ YE  Diyaloga Şehîd Hozan Serhed a bi Rêber Apo re -Belê Serhed, ma te jî girtin? Tu jî dibêjî ji sazê cek? Serhed: Rast e Serokê min -Ev biryar heye? Serhed: Heye Serokê min -Ango, ev di heman demê de biryareke takekesî ye? Serhed: Serokê min, wisa raste rast pêşniyariya min çênebû lê belê ez dikarim bidim diyar kirin ku ji bo pratîkê amade me. -Ka hinekî xwe bide nasîn Serhed: 1970 li Agiriyê... KEMAL PÎR FÊMKIRIN SEROKATÎ FÊMKIRIN E  Fêmkirina Kemal Pîr, di heman demê de fêmkirina Rêbertî’ye. Kesayet û taybetmendiyên têkoşîna Kemal, feraseta wî ya felsefîk, jiyan û şêwazê têkoşîna wî, ger em fêm bikin, wê ev me ber bi fêmkirina Rêbertî, piratîkeke rast û çûna serkeftinê ve bibe. Ji bo ku feraset û paradigmaya nû bê fêmkirin û bê piratîzekirin, pêwîst e em Kemal Pîr’an, her tim di rojeva xwe de bihêlin. Kesayeta Kemal rebeq bû... BAWEŞKÊN BERFÊ  Garisa, şahidê çîroka şerê çekdarî. Dayîka hemû bûyer û serpêhatiyan. Li rex her girekî bilind, an li pişta her darêkî bûyerekî ku nehatiye nasîn, bihîstin û şirovekirin heye. Wateya Garisa ji bo şerê gerîla xwedan cihekî taybet e. Peyva Botanê di dîroka şerê çekdarî de bû bêjeyeke şîrîn û têye bilevkirin û devê her kesî şîrîn dike. Garisa xwedan hêz û heybet e, babetekî bêhempa ye. Lewra jî hêzê... HEVALEKÎ RÛKEN KOÇER KURDO  Hevalbendiya PKK navnişana jiyane yê û jiyan jî çavkaniya bîranînê ye. Di nav partiya me de bi hezaran bîranînên hevalan hêye. Ye kû li ser axa Mezopotamya jiyankirin bi hewra qek mirovên çiyayên azad û bûn sembola jiyana nû, li hemberê hemû êrîşên dijminên xwinxwar û çandxwar. Bi laşen xwe yên bedew, bi dilen pir mezin, li hemberê hemû teknîka xwinxwar wek firok, top û tanqan û leşkerên xwînxwar ... RASTIYA JIYANA ME  Jiyana gerîla jiyaneke bi hêz, coş û heyecaneke bêhampaye û di jiyana gerîla de mirov hebûn û mirovatiya xwe hîs dike. Ji ber ku ev jiyan bi ked û xwînê tê afrandin û her kesê ku cihê xwe di nava vê jiyanê de digre hemû hêza xwe û hebûna xwe dide vê jiyanê û her dixwaze vê jiyanê hîn bêtir bixemilîne û rengereng bike. ji bona gihiştina jiyaneke nû tê de her tiştê spehî û giranbuha peyda dibe... HÊVİYA JİYANÊ  Sal 1996, destpêka biharê bû. Di bihara wê salê de, konferansek hate lidarxistin. Di konferansê de, li ser pratîka derbasbûyî hate sekinandin. Lê, bi berfirehî li ser rastiya ku hatibû jiyîn nehate sekinandin. Ji ber ku wê demê Şemdîn Saqiq jî di konferansê de cih digirt û dixwest çemkên xwe yên çewt bide runiştandin. Wî digot; “pêwîste ji îro şûn de çalakî bi komên piçûk pêk werin. Artêşek mezin ... | | | Nîrxandin û Nivîsên Rojevî ÎDEOLOJÎKBÛYÎN BI XWE RE XEBAT, TÊKOŞÎN, SEKNA ÎDEOLOJÎK TÎNE  Îdeolojî şêwazê, tevahî rêgez û pîvanên jîyanê, çavkaniya hêza manewî dikare bê pênase kirin. Şêwazê jîyanê çawa be, îdeolojî ew bi xwe ye. Pewîste îdeolojî û teorî neyê tevlîhev kirin. Teorî; dahûrandina rewşekê îfade dike. An jî tevahiya fikra ji mirov dikarî pênase bike. Bi giştî teoriyê re îdeolojî bê gotin, ev şaşe. Di teoriyê de mîsogerî nîne. Teorî xwe dispêre şiroveyan. Şîroveya dahûrand... RÊBER APO RE JIYAN BIKE, KURDISTANÊ AZAD BIKE  Wek tê zanebûn em di serdema 23. salvegera komploya navnetewî de ne. Armanca komploya navnetewî di kesayeta Rêber APO de Tevgera Azadiya Gelê Kurdistanê tûne kirine. Bîst û sê sale Rêber APO warê fîzîkî ji me qûtkirine. Di nava girava Îmraliyê de bin tecrîteke giran de tê ragirtin. Di bin wê tecrît û îşkenceya giran de fîzîka normal mirovekî ne mûmkûne ewqas li berxwe bide. Lê Rêber APO bi bîr û... JI HEQÎQETA HEVPAR A GERDÛNÊ RE  Çêbûn, hebûn û avabûn. Ev 3 têgeh xwedî wateyên mezin ên heqîqetên gerdûnî ne. Û di bin hiş û lêgerînên her mirovên li azadiyê digerin de daxwaza xwe gihandina raz-sira van têgehan heye. Ji ber a ku wateyê dide jiyan û hebûna mirovên azadîxwaz û asoya wan a azadiyê dixemilîne meraqa têgihiştina van heqîqetan e. Heqîqet jî li gel şoreşgeran hêza wateyê ye. Bi qasî tu gihayî hêza wateyê tu dikarê ... Lİ ZAGROS’AN DEWLETA TİRK BİNKET  Roja 24’ê Tîrmehê bi awayeke berfireh li her cihê gerîla lê dima êrîşên hewayî pêk hatin. Dijmin ruxmî ku bi teknîka nû ya qaşo jêre dibêjin nûjen him hewayî û him jî bejayî êrîş kirin. Lê, gerîla ji viya zêde zirar nedît. Ji ber ku tevgera me pêvajo di pêşî de xwendibû. Li gorî wiya jî tedbîrên xwe girtibûn. Gerîla bi vîn û baweriya xwe ya bêeman ev êrîş vala derxistin. Dijmin dema dît nikare ger... Bİ DENGÊ 15’Ê TEBAXÊ HÊVİYA JİYANÊ  Stêrkek nû di ezmanê welatê me de weke gulekê ji heskirina axa xwe re, ji bona em ruyê bi ken nasbikin emê dilê xwe ji bona azadiya hevaltiyê vekin, xweziya ji wan gulê bi salan bi xwîna we hatî şînkirin û avdan û we li her kesî dayî behnkirin û we hevaltî bi salan dayî heskirin û ji bona azadiya welatê xwe we xwêdana bi salan li ser her çiyayî ku em niha li ser jiyan dikin û bi armancek bi ... BERSİVA JİYANA MEZİN ÇALAKİYA MEZİN E  Jiyana rêxistinkirî, kamilbûna bîrdozî û polîtîk, bûna xwedî şêwaz, uslûb û tempoyê, weke leşkerekî/ê bûna xwediyê taktîkên serdemê. Ger ev hemû pêk hatin, tu yê bibî xwedî çalakiyeke mezin. Wisa mînakê çalakiyeke ku hedefê wê qet ne diyar e, derfetên daringî yên partiyê belawela dike û nediyar e ka li dijmin dixe yan na; ne çalakiya mezin e. Çalakiya mezin di rêhevala Zîlan de wateya xwe peyda ki... PERİYÊN ÇİYAYAN  Di nav ajalan de em zêdetirîn ji pezkoviyan hezdikin. Ez kîngê derkevim rêwîtiyê, dixwazim her tim wan bibînim. Dema ez di rêwîtiyê deme, çavên min her dem li derdora min in. Ez dengekî hêdîtir, xişîneke pir kêm jî dibihîzim. Carna rêya ku lê dimeşim jibîr dikim, winda dibim. Dema ez hewl didim wan bibînim, li kevir û zinaran dieliqim û dikevim xwarê. Ez dixwazim di zivronekekê de, di pişta zinar... EZ PKK ME  Bi du gotinên efsûnî min dest bi nivîsa destana xwe kir. Li ser mîrateyeke du alî ku ji pêşiyên min mayî Aliyek xwîn, tirs, xof û qetliyam Aliyek berxwedan, serhildan û îsyan Lê xwîn, xof û qetliyam bibû serdar Seranserê welatê min bibû taristan Bi Heqî re min nîvê ruhê xwe li Dîlokê ji dest da Lê ev derba xedar min ji xwe re kir ahd û peyman Di demsala payîzê de li gundê Fîsê ... CÎHANA STÊRKAN  Di esmanekî sayî debi biriqandina stêrkan rebi hev re awaza şevan digotinma gelo!rast e stêrk bi hev re dipeyivin?carekî were guhdar û temaşekebiçe ser girekî bilindwekî Katoyandestê xwe yê rastêdeyne ser rûçikê xwebi destê çepê jîçavên xwebi desmaleke spî pak bikekûr kûr berê xwe bideezmanê jorînbi qasî çend deqeyantemaşe bikeguhdar biketê wê çaxêpeyv û awazên stêrkandi biriqandina wan de... OPERESYONA 1997’AN A LI HERÊMA GARÊ  Beriya operesyona di sala 1997’an de bê destpêkirin, di navbera tevgera me û KDP’ê de gelek nexweşî dihatin jiyîn. Nêzîkatiyen KDP’ê di asta dijminahiyê de bû. Beriya operesyona Garê bikeve rojevê, hinek fermandarên dewleta Tirk li gel Barzanî li Hewlêrê bi hev re rûniştin. Her wiha fermandarekî KDP’ê yê bi navê Qadir Kaçak jî beşdarî wê civînê bûbû. Di vê civînê de hevpeyman çêdikin û biryar didi... |
| | | | |