| | | | | | Rêber APO Doza Partiyê Bûyerek Mezin e, Partîbûyîn Hêza Herî Mezin e!  PKK, di rastiya xwe ya 18’emîn de, çiqas nêzî rastiya serkeftinê ye daye selmandin. Doza me ya mezin a partiyê, bi herî derfetên kêm û bi îdeayên ku zêde ne pêşketîbûn, bi komeke ku wê çi bikin ne diyar bû, bi vê gava ku li gundê Fîsa Amedê hate avêtin, di roja me ya îro de bû navê pêvajoyeke destanî. Bêguman beriya destpêka partiya me jî heye. Bihara 1973’yan, di asta herî kêm de tovavêtineke partîbûyînê bû. Ev jî gaveke cidî bû û piştre her sal di wateya avabûnê de xwedî cihek e. Çawa ku, her bihar destpêka jiyaneke nû be, şînbûn, şa... 15’E TEBAXÊ DI XEBATA ME DE GAVEK E  15’ê Tebaxê di xebata me de gavek e, weke gavên din, dema hevalan ev gav avêt, nikarîbûn mesûliyeta mezin bigirtana, her roj bar dima ser me. Me xwe ba neda, xwe li paş jî nexist. Dijmin digot 48 saet, 72 saet, sê rojan de em ê wan ji holê rakin. Sê roj bû sê meh, sê meh bûn sê sal, sê sal bûn neh sal. Niha mirov dikare bêje ji dijmin bêhtir em li welêt xurt in. Me serê çiya hemû girtine. Dijmin nikare, pir zêde pêngavan pêş bixe; bi hezaran pêngav çêkirin, nikarîbû me ji holê rakin, biqedînin. Me bi însanên ji dijmin bêhtir zirarê didin xwe ... TAYBETMENDIYÊN KESÊN BI HÊZ ÇAWA NE?  Taybetmendiyên kesên bi hêz çawa ne? Taybetmendiyên kes ên şervan çawa ne? Ka em ceribandinekê bikin; em marekî dirinde biavêjin erdê. Wê hest, tirs û parastineke çawa di kesayeta de bide çêkirin? Li ser mirovekî dirinde bihizirin. Weke gur serê xwe rakiriye. Weke mar zimanê xwe derxistiye. Weke lawirekî dirinde ye. Li ser mirovekî wisa bifikirin. Wê çavê we derbixe, dilê we derbixe, we biêşîne. Hûn ê di devereke wisa de taybetmendiyên çawa bigirin? Ger em hêza xwe parastinê, ya xwe rêxistinkirinê bidin we, ma gelo hûn ê bikaribin ... 15’E TEBAXÊ Dİ XEBATA ME DE GAVEKE  Axaftina Serokatiya Partiyê Li Ser Deh Saliya 15’ê Tebaxê 15’ê Tebaxê di xebata mede gaveke, weke gavên dine, wexta hevalan ev gav avêt, nikarîbûn mesûliyeta mezin bigirtana, her roj bar dihate ser me. Me xwe baneda, xwe li paş jî nexist, dijmin digot 48 saet, 72 saet, sê rojan de em ê wana ji holê rakin. Sê roj bû sê meh, sê meh bun sê sal, sê sal bûn neh sal. Niha mirov dikare bêje ji dijmin b&ec... HESTÊN MEZOPOTAMYA  Jinên herî mezin di dîrokê de ji van axan, yanî ji Mezopotamya derketine. Em jî li pey wan in, paşhatiyên wan in. Em tevgera vegera dîrok û evînê ne, li pey nemirinê ne.Va, ku Ewropayî bi ti awayî fêm nakin û dibêjin, “Ev zilam, li ciyekî weke Rojhilata Navîn ku despotîzm lê serdest e, çawa vê azadiya mezin diafirîne?” Bi ya wan qabeya van xebatan Parîs e, New York e, London e. Di bingehê hêrsa wan a li hember min û PKK’ê de ev heye. Yanî hun ne navenda şariştaniyê ne, ne navenda sivîlbûnê ne, hun ne navenda xweşikiyê ne. Ev hemû bi me he... PrevNext Parastina Rewa Di Berxwedanîya Deh Mehan De Yê Kû Bin Ket e Dewleta TC’yê  Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan *Li ser têkoşîna bakur gelek nîqaş hene, weke tevger ev têkoşîna 10 mehên dawî hûn çawa dinirxînin? Destpêkê ez ji bo tevahî gelê me silav û rêzên xwe pêşkeş dikim. Di van 10 mehên bihûrî de bi rastî şerekî bi qehremanî çêbû. Di dîroka berxwedana gelê Kurdistanê de rûpelek nû vekir. Di vê de şehidên me yên qehreman ku xwedan ked in, rol leyîstine û xwe feda kirine; di şexsê hevrê Azad Sîser, Çekdar Amed, Baran Dersîm, Şervan Varto, Hakî Amed, Ekîn Van, Botan Hakkarî û heval Ber... Zêdetir bixwÎne... HESABÊ HEMÛYAN WÊ BÊ PİRSÎN, TOLA WAN WÊ BÊ HİLANÎN!  Dibe ku dewlet be, dibe ku wehşetê dike, dibe ku bi bêmerhametî bi ser mirovên birîndar ên li jêrzemînê diçe, dibe ku wan qetil dike, lê êdî mêtîngeriya Tirk têk çûye. Berxwedana îro li Kurdistanê tê nîşandan, wê êdî bibe goristana wan. Divê her kes bi vê zanibe. Ev berxwedan işaret bi vê dike. Berxwedanên Cizîr û Sûrê ji niha ve bi ser ketine. Ew hatine şikandin. Dibe ku dewlet be, dibe ku wehşetê dike, dibe ku bi bêmerhametî bi ser mirovên birîndar ên li jêrzemînê diçe, dibe ku wan qetil dike, lê êdî mêtîngeriya Tirk têk çûye... Bêguman ev ... Zêdetir bixwÎne... HESABÊ VÊ HOVÎTİYÊ WÊ Jİ ERDOGAN BÊ PİRSÎN  Roj roja namûs û şerefê ye. Bi rastî jêdî dema gotinê derbas bûye. Roj roja liv û tevgerê ye. Ev yek ji bo me jî derbas dibe. Em jî di vir de berpirsyariya xwe dibînin. Lê divê vê bêjim; ji destê kê çi tê divê bike. Dijmin dixwaze bi gelê me re gav paş de bide avêtin û teslîm bigire. Ev şer di destpêkê de li Îmraliyê hat destpêkirin. Sîstema îşkenceya psîkolojîk a li Îmraliyê dijwar kirin. Herî dawî du heval bê pirs û daxuyanî, ji Îmraliyê derxistin û sirgûn kirin. Ev yek, gavek li dijî Rêberê me ye. Dijwarkirina sîstema îşkenceyê ye. Rê... Zêdetir bixwÎne... KÎ Jİ XWE RE DİBÊJE 'EZ MİROV İM' DİVÊ Lİ MALÊ RÛNENÊ  Bi rastî jî di têkoşîna azadiyê ya kurdistanê de em ketine pêvajoyeke nû ya şer û berxwedanê. Yekemcar e ku gelê me ji bo azadiya xwe, ji bo hebûna xwe, ji bo Rêberê xwe û ji bo jiyaneke azad di vê astê de li ber xwe dide. Ev berxwedan ne tenê berxwedana Sûr, Cizîr û Silopiyayê ye, berxwedana gelê Kurdistanê ya li dijî zilma mêtîngeriyê ye. Berxwedana gelê me berxwedana demokrasî, azadî û hebûnê ye. Ev berxwedan wê bi ser bikeve. Êdî ne mêtîngerî, wê gel bi ser bikevin. Îro roj dora Kurdan e. Roj roja Kurdan e, roja demokrasî û azadiyê ye. Roj... Zêdetir bixwÎne... |
|
| Çapemenî û Raya Giştî Re! Di êrîşên ku dewleta Tirk a mêtinger di sala 2017 'an de li dijî Gerîlayê Azadiyê yê Kurdisanê ku garantiya pêşeroja azad a gelê me, bi têkoşîna xwe ya li ser xeta fedaiyan re polîtîkaya qirkirinê ya dagirkeran vala derxistiye û derfetê dide gelê me ku her roj bêhtir li dora nirxên azadiyê bibe yek; pêş xist de hevrêyên me Alî, Rojhat, Serhat, Şervan, Welat û Mazlûm gihîştin şehadetê. Serbilindiya herî mezin a gelê me ye ku xwedî ewladên ewçend hêja yên tevlî nava refên gerîla bûn, dersa herî mezin a mêtîngeriyê dan û ji bo misogerkirina azadiya gelê me di her fedakariyê de bêteredût têkoşiyan. Em di serî de ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe Alî, Rojhat, Serhat, Têkoşer, Welat û Mazlûm ku her yek fedai û lehengên gelê me ne; ew ji bo azadiya gelê me tevlî nava refên têkoşîna azadi ya gelê kirin û di vê wateyê de ji tevahiya gelê me re bûne mînak û erkên xwe yên welatparêziyê bicihanine, ji tevahî gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Nasnameyên hevalên me yên şehîd wiha nin: 
| Navê Kod: Ali Asya Nav û Paşnav: Abdurrahim Saltan Cîhê jidayikbûnê: Amed Dayik – Bav: Bedriye – Mehmet Dîrok û Cîhê Şehadetê: 2017 / Herêmên Parastina Medya |
Ali – Abdurrahim Saltan 
| Navê Kod: Rojhat Zîlan Nav û Paşnav: Tarık Tunç Cîhê jidayikbûnê: Mêrdîn Dayik – Bav: Nesime – Ramzi Dîrok û Cîhê Şehadetê: 2017 / Herêmên Parastina Medya |
Rojhat – Tarık Tunç 
| Navê Kod: Serhat Colemêrg Nav û Paşnav: Erdal Bozkurt Cîhê jidayikbûnê: Mersin Dayik – Bav: Hülya – Cevher Dîrok û Cîhê Şehadetê: 2017 / Herêmên Parastina Medya |
Serhat – Erdal Bozkurt 
| Navê Kod: Şervan İntikam Nav û Paşnav: Fırat Ay Cîhê jidayikbûnê: Riha Dayik – Bav: Zehra – Abdullah Dîrok û Cîhê Şehadetê: 2017/ Herêmên Parastina Medya |
Şervan – Fırat Ay 
| Navê Kod: Welat Reşan Nav û Paşnav: Orhan Sağınç Cîhê jidayikbûnê: Wan Dayik – Bav: Nafya – Süslü Dîrok û Cîhê Şehadetê: 2017 / Herêmên Parastina Medya |
Welat – Orhan Sağınç 
| Navê Kod: Mazlum Gelhat Nav û Paşnav: Diyar Kaya Cîhê jidayikbûnê: Şirnex Dayik – Bav: Ayşe – Kazım Dîrok û Cîhê Şehadetê: 2017 / Herêmên Parastina Medya |
Mazlum – Diyar Kaya Hevrê Alî li Amedê ku hîmên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê lê hat avêtin û gelê me bi serhildanan têkoşîna me silav kir, ji dayik bûye. Ew di nav malbateke welatparêz a ku beşdarî têkoşînê bûye û şehîdên wan heye mezin bûye, di temenekî ciwan de çanda welatparêzî û berxwedanê nas kiriye. Ji ber ku di nava malbata wî ya nêz de şehadet çêbûne, bûye sedem ku hevrêyê me Elî di temenê xwe yê biçûk de li pergalê bipirse. Girtina birayê wî yê ku ji bo siberoja azad a gelê me têdikoşiya ya ji aliyê dagirkeran ve û di dilê hevrê Alî bû sedema hêrseke mezin. Hevrêyê me biryar daye ku ew rastiya PKK’ê ji nêz ve nas bike û tevlî nav xebatên ciwanan bûye. Tevî temenê xwe yê ciwan bû xwedî îradeyeke mezin û bi felsefeya Rêber Apo xwe perwerde kir. Hevrêyê me yê ku dît ku bi têkoşîna Gerîlaya Azadiya Kurdistanê serkeftin dikare pêk were, di sala 2012’an de tevlî nav refên gerîla bûye. Hevrêyê me yê ku bi perwerdeya xwe ya nû ya şervaniyê re xwe ji nû ve afirand, bi hêz û coşeke mezin tevlî jiyana gerîla bû. Hevrêyê me Alî di nava PKK’ê de, bi çand û exlaqê PKK’ê perwerde bû. Hevrêyê me yê ku xwedî asteke kûr e, di her hawîrdora ku lê bû de weke mîlîtanekî partiyê yê mînak derdiket pêş. Hevrêyê me Alî xwe ji pêşketina her rêhevalekî xwe berpirsyar dibîne, xwedî tevlîbûneke bêsînor e, jiyana bi felsefeya Rêbertiyê û di pratîkê de weke armanca xwe ya sereke nirxandiye. Hevrêyê me ku asteke mezin bi dest xistiye, li ser esasê kûrkirina xeta fedayî ya PKK’ê tevlî nava Hêzên Taybet bû. Weke rêhevalê Fermandar Egîd û Berîtan, rêhevalê me Elî ku şopdarê xeta şehîdan bû, ji bo bibe milîtanê xeta serketinê bênavber ked da. Hevrêyê me yê ku di demeke kin de di qada leşkerî de jêhatî bû, her erka ku digirt bi cih anî û bû yek ji fermandarên ciwan ên serdema nû. Hevrêyê me yê ku hem di şerê xwe yê li dijî dagirkeran de hem jî di jiyana xwe de pratîkek bi qasî îdiaya xwe nîşan da, ji bo tevlîbûna xwe ya rast a di jiyana partiyê de bû mîlîtanekî mînak. Em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna hevrêyê xwe Alî bi serketinê tacîdar bikin. Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bi ji nû ve afirandiye, rûpelek nû di dîroka berxwedana gelên bindest de vekir. Gelê mazlûm ê Kurdistanê ku hêviyek lê tune ye û li hemberî êrîşên herî hovane bê parastin maye, bi Partiya me PKK’ê re bûye hêviya nû. Bi vê yekê ku Rêber Apo di şert û mercên herî dijwar de çirûska têkoşînê pêxist, gelê Kurd bi tevahî hebûna xwe bi têkoşînê re bû yek û lehengên Kurdistanê berê xwe dan nav têkoşînê. Hevrê Rojhat ku li Mêrdînê ku yek ji navendên berxwedanê ye ku têkoşîna azadiya Kurdistanê bi coşeke mezin pêşwazî kir û bi tevlîbûna girseyî xurt kir, ji dayik bû, ji biçûkatiya xwe partiya me nas kir. Hevrêyê me yê ku di malbat û derdoreke welatparêz de mezin bû, zilma dewleta dagirker li ser gelê Kurd dît û ji dijmin gelekî hêrs bû. Hevrêyê me yê ku bi organîzekirina hêrsa xwe tevlî nava refên têkoşînê bû, tevlî çalakiyên ciwanan bû. Weke ciwanekî pêşeng di têkoşîna berxwedan û serketinê ya civaka me de bûye milîtanekî bêhempa. Hevrêyê me Rojhat ê ku rastiya polîtîkaya asîmîlasyon, înkar û îmhayê ya li Kurdistanê tê meşandin dît, di sala 2015'an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me yê ku bi coş û moraleke mezin tevlî jiyana gerîla bû, di demeke kin de pêvajoyeke mezin a pêşketinê derxist holê. Hevrêyê me yê ku bala xwe da felsefeya Rêber Apo, bi xwendin û lêkolînên xwe yên timî xwe pêş xistiye. Hevrêyê me yê ku her tim hêza xwe ya leşkerî pêş dixe, di gelek qadên cuda de pispor e. Hevrêyê me yê ku bûye gerîlayekî jêhatî û xwedî tecrûbe û tevlî Hêzên Taybet bû. Hevrêyê me yê ku bi fedakarî jiyana pîroz a gerîla parast û bê dudilî li ser xeta Partiyê meşiya, bi tevlîbûna xwe bû mîlîtanekî mînak. Bi dayîna her kêliya têkoşînê, di her hawirdora ku lê bû de bandorek xurt li rêhevalên xwe afirand û pêdiviya xwe ya li gorî pêwîstiyên serdemê her tim zêde kir, em ê jî têkoşîna hevrêyê xwe bi serkeftinê tacîdar bikin. Ji ber polîtîkayên asîmîlasyon, zext, înkar û tinekirinê yên dewleta Tirk a dagirker ku bi dehan salan li ser gelê me dimeşîne, gelek malbatên me neçar man ji xaka qedîm a Kurdistanê koç bikin. Gelê me yê ku bi birçîbûn, xizanî û her cure zextan re rû bi rû ma û di heman demê de dagirkeriyê hewl da ku gelê me ji Têkoşîna Azadiya Kurdistanê dûr bixe. Tevî hemû êrîşan gelê me yê welatparêz ku ti carî dev ji xeta berxwedanê ya PKK’ê berned û her der kiriye qada berxwedanê. Tevî hemû êrîşên qirêj ên dewleta Tirk, ciwanên Kurd ên bi rûmet bi awayekî girseyî beşdarî nava refên têkoşînê bûn û bi vê yekê polîtîkayên dagirkeran pûç kirin. Hevrêyê me Serhat di malbateke welatparêz de ku ji ber zextên dewleta mêtinger neçar ma ji Kurdistanê koçî Mêrsînê bike hat dinê. Tevî ku neçar ma dûrî Kurdistanê bijî jî, ji xaka xwe û PKK'ê dûr neket û her tim di nava têkoşînê de bû. Hevrêyê me yê ku di ciwaniya xwe de dest bi naskirina têkoşîna me kir, li metropolên Tirkiyeyê rastiya dijmin dît. Hevrêyê me yê ku piştî girtina birayê xwe yê mezin ê ku ji bo mafên rewa yên gelê Kurd têdikoşiya hêrsa xwe ya li hemberî dagirkeran zêde bû, hêrsa xwe zêdetir li ser têkoşînê esas girt. Hevrêyê me Serhat ku li hemberî zextên li ser gelê me bê bersiv namîne, di sala 2015’an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me yê ku piştî perwerdeya xwe ya destpêkê derbasî pratîkê bû, li çiyayên pîroz ên Kurdistanê pratîkeke xurt a gerîla nîşan da ku hesreta wî bû. Hevrê Serhat ê ku di bin bandora girêdana PKK'ê ya pîroz de bû û ji bo hembêzkirin û xurtkirina vê girêdanê gelek hewl da, di qada ku lê mabû gerîlayekî jêhatî de zû bû pêşeng. Hevrêyê me yê ku ji bo di warê leşkerî de jêhatî bibe tim dixwîne û xwe pêş dixist, parastin û xurtkirina nirxên şehîdên PKK'ê yên pîroz di jiyana xwe de kiriye esas. Em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna hevrêyê xwe Serhat bi serketinê tacîdar bikin. Ji bo gelê me bibe xwedî pêşerojek bi rûmet û azad, di şert û mercên bêderfetiyê de, bi pêşengiya Rêber Apo Partiya me PKK’ê bûye hêviya gelê me û hemû gelên hatine çewisandin. Hevrêyê me Şervan jî li qadên berxwedanê ya Rihayê ku serî li ber zilmê ne tewandiye û têkoşîna me yekem lê bûye ya gelan, hatiye dinê û bi kevneşopiyek welatparêz mezin bûye. Bûye mîlîtanê hêviya serkeftinê ya ku Partiya me ji nû ve ava kir. Hevrêyê me di nava malbatek de ku bi keda dijî û di nava pirsgirêkên madî de dijî, mezin bûye û ji temenê biçûkahiyê û vir ve dest bi xebitînê kiriye û tevlêkarî li malbatê kiriye. Meşa xeta berxwedan û serkeftinê ya ku PKK’ê ji nifşan derbasî nifşan bûye û bandorek kûr li ser her kesê kiriye, ji temenê zûde bala hevrêyê me Şervan jî kişandiye. Hevrêyê me her derfeta ku dîtiye, veguherandiye derfetê naskirina Partiya me. Li aliyê din bûye şahidê êrîşên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê me pêk anî. Hevrêyê me Şervan li dijî êrîşên tunekirinê yên li Şengal û Rojava li ser gelê me hatine kirin, weke ciwanek Kurd ê bi rûmet bi hêrs bûye û ketiye nava lêgerînên têkoşînê. Hevrêyê me dît ku gelê me encex dikare bi felsefeya Rêber Apo xwe hîn kiriye û bi berxwedanê gerîla ya ku li çiyayên qedîm ên Kurdistanê tê meşandin, bigihije serkeftinê û bêyî teredut biryar daye ku tevlî refên gerîla bibe. Hevrêyê me weke mîlîtanek bi xwestekek mezin û xwedî hêviya serkeftinê, tevlî refên gerîla bû. Bi perwerdeya gerîlatiyê ya ku dîtiye, bi lez fêrî jiyanê bûye. Hevrêyê me yê ciwan bi felsefeya Rêber Apo, li dijî dagirkerên ku dixwazin hêviya azadiyê ya gelê me tune bike, ketiye nava têkoşînek bê navber. Hevrêyê me ji bo ku erkên xwe yên şoreşê bi serkeftinek mezin temam bike, bi biryardarî û hêza îradeyê xebitî. Di demek kurt de derket pêş û pêşengî ji hevrêyên xwe re kir. Hevrêyê me Şervan asta xwe ya lêhêrbûnê kûrtir kir, bi armanca pêkanîna xeyalên Kurdistana azad a şehîdên nemir, tevlî Hêzên Taybet bû. Hevrêyê me ji bo di qada leşkerî û îdeolojîk de kûr bibe, bê navber hewl daye û di demek kurt de li gelek qadan bûye pispor. Li ser rêya fedaiyan meşiya û tevlîbûnek xurt pêk aniye. Hevrêyê me bi tempoya xwe ya tevlîbûnê timî bilind kiriye û bi hevrêyên xwe re bûye yek. Bi ruhek komunal nêzî erkan bû bi awayek mîlîtanî jiya û bûye xwedî tevlîbûnek mîlîtanî. Hevrêyê me Şervan di refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de, di demek kurt de bû mîlîtanek xwedî tecrube û li ser xeya fedayî meşiya. Em ê teqez têkoşîna hevrêyê xwe bi serkeftinê tacîdar bikin. Hevrêyê me Welat li Wan, Qelqeliyê hatiye dinê û di nava malbat û derdorek xwedî zanista welatparêz de mezin bûye. Hevrêyê me weke gelek malbatên Kurdan ên ji ber êrîşên dewleta Tirk a mêtinger bi zoriyên madî re rû bi rû maye, neçar maye ku ji metropolên Tirk koçî Stenbolê bike û ji xaka lê mezin bûye, dûr ketiye. Li metropolên Tirk ji nêz ve şahidî ji polîtîkayên bişaftinê re kiriye ku dewleta dagirker li ser gelê me û bi taybetî li ser ciwanên Kurd pêk tîne. Bi zorê leşkerî bi hevrêyê me Welat dane kirin û di vê pêvajoyê de rûyê dewleta faşîst û mêtinger hîn nêztir nas kiriye. Hevrêyê me Welat li dijî êrîşên mêtingeran qet serî netewandiye û tevlî refên têkoşînê bû. Bi awakek çalak di nava berxwedana li dijî dagirkeran de cih girtiye. Hevrêyê me demekê di nava xebatên ciwan û gel de cih girt û gelek caran rastî terora destgîrkirinê ya dewleta mêtinger hatiye. Hevrêyê me Welat li dijî êrîşên qirkirinê yên ku li Rojava, Şengal û Mexmûrê li dijî gelê me tê kirin bêdeng nebû û baş fêm kiriye ku divê gelê me bi pêşxistina xeta parastina cewherî, dikare li ser piyan bimîne. Hevrêyê me Welat li çiyayên Kurdistanê li ser xeta Rêber Apo meşiya û sala 2015’an tevlî refên gerîla bû. Hevrêyê me Welat di demek a ku êrîşên îmhayê ya li dijî gelê me herî zêde bûn de, ji ciwanên Kurd re cih û tarzê têkoşînê nîşan da û pêşengî kir. Roja ku tevlî gerîlayên azadiyê bûye, weke roja ji nû ve ji dayikbûna xwe pênase kir. ji bo xwe ji bandorên nerênî yên ku sîstemê di kesayeta wî de ava kirî rizgar bike, bê navber xwe lêpirsîn kiriye. Di demek kurt de bûye mîlîtanek mînak ê Partiya me. Hevrêyê me Welat bi hevrêtî û jiyana pîroz a PKK’ê re bûye yek û hezkirin û teqdîra hemû hevrêyên xwe qezenc kiriye. Hevrêyê me Welat ji bo hem xwe û hem jî hevrêyên xwe yên derdor pêş bixe hewldanek zêde daye, bûye şopdarek yilmaz ê felsefeya Rêbertî û ji bo têkoşîna şehîdên nemir bi serkeftinê tacîdar bike, her tim lêhêrbûn kiriye. Ji xwe re esas girtiye ku fikrên xwe bixe pratîkê. Hevrêyê me Welat bi lez di nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de pêş ket, ruhê mîlîtanê demê hilda û li ser xeta serkeftinê meşiya. Em soza hevrêyê xwe ya pêkanîna Kurdistana Azad dubare dikin. Hevrêyê me Mazlûm bi eslê xwe Koçer e û li Şirnex, Hezexê hat dinê. Bi koka xwe ya çanda Koçeriyê bi xwezaya Kurdistanê re rû bi rû mezin bûye. Civaka me ya Koçer kariya xwe ji bandorên nerênî yên sîstema kapîtalîst parastiye, timî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê maye û gelek zarokên xwe yên bi nirx şandiye refên têkoşînê. Hevrêyê me Mazlûm çanda berxwedanê ya welatparêz re mezin bûye û ji ber ku bavê wî di girtîgehê de bû, ji bo debara malbata xwe di temenê ciwan de kar kiriye. Ji temenê zû û vir ve bi têgihiştina kedê, bûye xwedî hestê berpirsyariya bi hêz. Hevrêyê me Mazlûm ne tenê li hemberî malbata xwe ya kedkar, li hemberî hemû civaka Kurd xwe berpirsyar hîs kiriye. Hevrêyê me Mazlûm şahidî ji berxwedana ciwanên Kurd ên di dema Berxwedana Rêveberiya Xweser a Hezexê li dijî êrîşên dewleta Tirk şer kiriye re kiriye û ruhê berxwedanê yê derketî holê qet ji bîr nekiriye. Hevrêyê me li dijî êrîşên nemerdane yên li ser gelê me, bûye xwedî hêrsek mezin û dest bi lêgerîna rê û rêbazên têkoşîna bi bandor kiriye. Di vê pêvajoyê de Partiya me PKK hîn baştir nas kiriye û zaniye ku gelê me encex bi fikrên Rêber Apo dikare azad bibe. Hevrêyê me tevlî xebatên ciwanan bû û ji bo ciwanên Kurd bi zane bibin û tevlî refên têkoşînê bibin kedek mezin daniye holê. Hevrêyê me Mazlûm dît ku gelê me bêyî parastinek bi hêz, nikare bibe xwedî pêşerojek azad û sala 2016’an tevlî refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bûye. Hevrêyê me Mazlûm piştî perwerdeyên gerîlatiyê yên esas, derbasî qada pratîkê bû. Bi sekna xwe ya samîmî, dirûst, fedakar û kedkar hezkirin û rêzdariya hemû hevrêyên xwe qezenc kiriye. Girêdanên xurt bi hevrêyên xwe re çêkiriye û ji bo di felsefeya Rêber Apo de kûr bibe, hewldanek zêde daye. Hevrêyê me Mazlûm enerjiya xwe ya ciwantiyê, fedayî têkoşîna şoreşê kir û bêyî ku bibêje biçûk yan mezin bi cidî nêzî hemû erkên şoreşê bûye û di xebatên xwe serkeftina mezin kiriye armanc. Hevrêyê me Mazlûm qasî qada îdeolojîk di qada leşkerî de jî bûye xwedî tecrube. Ji bo di gerîlatiya demê nû de profesyonel bibe, bê navber xwe pêş xistiye û ji bo pêşketina hevrêyên xwe jî ked daye. Hevrêyê me Mazlûm di temenê ciwan de tevlî refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bûye, ji bo bibe layiqê Rêber Apo û şehîdên me yên nemir, bi enerjiyek bêyî sînor têkoşiyaya. Em ê xwedî li bîranîna wî derkevin û têkoşîna wî bi serkeftinê tacîdar bikin. 11 Adar a 2023 Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê |
|
| | Şehîd - Bîranînên Gerîla “Li Serhedê Jiyan Bi Rojê Re Dest Pê Dike”  Piştî em ji Dêrsimê derketin, pir dem li ser derbas bû. Êdî Dêrsim li pişt me ma. Tiştên hatine jiyîn, rêhevaltî di dilê me de cihê xwe girt, ji me re tenê bi bîranîn ma… Em, îro ji Geliyê Zîlan derbas dibin. Ji ew Geliyê Qirkirinê. Ew çemê ku bi sedan cesedên însanan avêtine, em ê pêxwas bikevin têde. Bi bêsebriyek mezin ez ê ber bi wir ve bimeşim. Piştî ku em ji girên Eledaxê hilk... EVÎNDARÊ AXA BOTAN’Ê BU  Dû ciwan bi qasî heybeta Zağrosan berdewamiya riya Ali Çîçekan. Dû hevalên bi hesreta azadiyê ku serkeftîn esas girtibûn. Her dû heval pir ciwan lê cewhera ciwaneke di cewherê xweda çandibun. Heval Cûdî û heval Abas pir ji hev hezdikirin. Hevaltiyeke wan yê pir bi hêz û cewherî hebu. Dema ku heval Abas derbazî Gelî bûn. Heval Cûdî heman pişti heval Abas derbazî Gelî bu. Yani girêdaneke pir xurt he... REMZA RUHE FEDAYİTİYE  Rêheval Zîlan Amed di sala 1999’an li Amed’ê tevlî refên gerîla dibe. Li Zagrosan demeke dirêj dimîne. Sala 2006’an de diçe Dêrsimê. Her tim li cih û qadên zehmet de dimîne. Paqijiya dilê heval Zîlan di rûyê wê de xuya dikir. Li hemberî Dêrsimê hesreteke mezin dijiya. Wexta çû Dêrsimê di asta berpirsiyar de çû. Ruxmî ku temenê wê biçûk bû jî, lê pêşengtî dikir. Mirov di sekna wê ... EM SOZA JİYAN û NEMİRİYE DİDİN  Em diyaloga Rêbertî ya bi fermandar Eşref Başkale re bi we re parve dikin Rêbertiya Partiyê: Navê te? Eşref Başkale: Eşref Başkale R.P: Tu ji ku derê yî û çend salî yî? E.B: Ji Wanê me. Bîst û du salî me. R.P: Xwendina te? E.B: Dibistana navîn. R.P: Ji kîjan herêmê hatî û peywira te çi ye? E.B: Fermandarê taximê me. Ji herêma Zapê hatim. R.P: Çend heyvin tu li gel me yî? E.B: 5 heyv Sero... PKK HIM ÇAVKANIYA JIYANÊ Û HEM JÎ YA HUNERÊ YE  Diyaloga Şehîd Hozan Serhed a bi Rêber Apo re -Belê Serhed, ma te jî girtin? Tu jî dibêjî ji sazê cek? Serhed: Rast e Serokê min -Ev biryar heye? Serhed: Heye Serokê min -Ango, ev di heman demê de biryareke takekesî ye? Serhed: Serokê min, wisa raste rast pêşniyariya min çênebû lê belê ez dikarim bidim diyar kirin ku ji bo pratîkê amade me. -Ka hinekî xwe bide nasîn Serhed: 1970 li Agiriyê... KEMAL PÎR FÊMKIRIN SEROKATÎ FÊMKIRIN E  Fêmkirina Kemal Pîr, di heman demê de fêmkirina Rêbertî’ye. Kesayet û taybetmendiyên têkoşîna Kemal, feraseta wî ya felsefîk, jiyan û şêwazê têkoşîna wî, ger em fêm bikin, wê ev me ber bi fêmkirina Rêbertî, piratîkeke rast û çûna serkeftinê ve bibe. Ji bo ku feraset û paradigmaya nû bê fêmkirin û bê piratîzekirin, pêwîst e em Kemal Pîr’an, her tim di rojeva xwe de bihêlin. Kesayeta Kemal rebeq bû... BAWEŞKÊN BERFÊ  Garisa, şahidê çîroka şerê çekdarî. Dayîka hemû bûyer û serpêhatiyan. Li rex her girekî bilind, an li pişta her darêkî bûyerekî ku nehatiye nasîn, bihîstin û şirovekirin heye. Wateya Garisa ji bo şerê gerîla xwedan cihekî taybet e. Peyva Botanê di dîroka şerê çekdarî de bû bêjeyeke şîrîn û têye bilevkirin û devê her kesî şîrîn dike. Garisa xwedan hêz û heybet e, babetekî bêhempa ye. Lewra jî hêzê... HEVALEKÎ RÛKEN KOÇER KURDO  Hevalbendiya PKK navnişana jiyane yê û jiyan jî çavkaniya bîranînê ye. Di nav partiya me de bi hezaran bîranînên hevalan hêye. Ye kû li ser axa Mezopotamya jiyankirin bi hewra qek mirovên çiyayên azad û bûn sembola jiyana nû, li hemberê hemû êrîşên dijminên xwinxwar û çandxwar. Bi laşen xwe yên bedew, bi dilen pir mezin, li hemberê hemû teknîka xwinxwar wek firok, top û tanqan û leşkerên xwînxwar ... RASTIYA JIYANA ME  Jiyana gerîla jiyaneke bi hêz, coş û heyecaneke bêhampaye û di jiyana gerîla de mirov hebûn û mirovatiya xwe hîs dike. Ji ber ku ev jiyan bi ked û xwînê tê afrandin û her kesê ku cihê xwe di nava vê jiyanê de digre hemû hêza xwe û hebûna xwe dide vê jiyanê û her dixwaze vê jiyanê hîn bêtir bixemilîne û rengereng bike. ji bona gihiştina jiyaneke nû tê de her tiştê spehî û giranbuha peyda dibe... HÊVİYA JİYANÊ  Sal 1996, destpêka biharê bû. Di bihara wê salê de, konferansek hate lidarxistin. Di konferansê de, li ser pratîka derbasbûyî hate sekinandin. Lê, bi berfirehî li ser rastiya ku hatibû jiyîn nehate sekinandin. Ji ber ku wê demê Şemdîn Saqiq jî di konferansê de cih digirt û dixwest çemkên xwe yên çewt bide runiştandin. Wî digot; “pêwîste ji îro şûn de çalakî bi komên piçûk pêk werin. Artêşek mezin ... | | | Nîrxandin û Nivîsên Rojevî ÎDEOLOJÎKBÛYÎN BI XWE RE XEBAT, TÊKOŞÎN, SEKNA ÎDEOLOJÎK TÎNE  Îdeolojî şêwazê, tevahî rêgez û pîvanên jîyanê, çavkaniya hêza manewî dikare bê pênase kirin. Şêwazê jîyanê çawa be, îdeolojî ew bi xwe ye. Pewîste îdeolojî û teorî neyê tevlîhev kirin. Teorî; dahûrandina rewşekê îfade dike. An jî tevahiya fikra ji mirov dikarî pênase bike. Bi giştî teoriyê re îdeolojî bê gotin, ev şaşe. Di teoriyê de mîsogerî nîne. Teorî xwe dispêre şiroveyan. Şîroveya dahûrand... RÊBER APO RE JIYAN BIKE, KURDISTANÊ AZAD BIKE  Wek tê zanebûn em di serdema 23. salvegera komploya navnetewî de ne. Armanca komploya navnetewî di kesayeta Rêber APO de Tevgera Azadiya Gelê Kurdistanê tûne kirine. Bîst û sê sale Rêber APO warê fîzîkî ji me qûtkirine. Di nava girava Îmraliyê de bin tecrîteke giran de tê ragirtin. Di bin wê tecrît û îşkenceya giran de fîzîka normal mirovekî ne mûmkûne ewqas li berxwe bide. Lê Rêber APO bi bîr û... JI HEQÎQETA HEVPAR A GERDÛNÊ RE  Çêbûn, hebûn û avabûn. Ev 3 têgeh xwedî wateyên mezin ên heqîqetên gerdûnî ne. Û di bin hiş û lêgerînên her mirovên li azadiyê digerin de daxwaza xwe gihandina raz-sira van têgehan heye. Ji ber a ku wateyê dide jiyan û hebûna mirovên azadîxwaz û asoya wan a azadiyê dixemilîne meraqa têgihiştina van heqîqetan e. Heqîqet jî li gel şoreşgeran hêza wateyê ye. Bi qasî tu gihayî hêza wateyê tu dikarê ... Lİ ZAGROS’AN DEWLETA TİRK BİNKET  Roja 24’ê Tîrmehê bi awayeke berfireh li her cihê gerîla lê dima êrîşên hewayî pêk hatin. Dijmin ruxmî ku bi teknîka nû ya qaşo jêre dibêjin nûjen him hewayî û him jî bejayî êrîş kirin. Lê, gerîla ji viya zêde zirar nedît. Ji ber ku tevgera me pêvajo di pêşî de xwendibû. Li gorî wiya jî tedbîrên xwe girtibûn. Gerîla bi vîn û baweriya xwe ya bêeman ev êrîş vala derxistin. Dijmin dema dît nikare ger... Bİ DENGÊ 15’Ê TEBAXÊ HÊVİYA JİYANÊ  Stêrkek nû di ezmanê welatê me de weke gulekê ji heskirina axa xwe re, ji bona em ruyê bi ken nasbikin emê dilê xwe ji bona azadiya hevaltiyê vekin, xweziya ji wan gulê bi salan bi xwîna we hatî şînkirin û avdan û we li her kesî dayî behnkirin û we hevaltî bi salan dayî heskirin û ji bona azadiya welatê xwe we xwêdana bi salan li ser her çiyayî ku em niha li ser jiyan dikin û bi armancek bi ... BERSİVA JİYANA MEZİN ÇALAKİYA MEZİN E  Jiyana rêxistinkirî, kamilbûna bîrdozî û polîtîk, bûna xwedî şêwaz, uslûb û tempoyê, weke leşkerekî/ê bûna xwediyê taktîkên serdemê. Ger ev hemû pêk hatin, tu yê bibî xwedî çalakiyeke mezin. Wisa mînakê çalakiyeke ku hedefê wê qet ne diyar e, derfetên daringî yên partiyê belawela dike û nediyar e ka li dijmin dixe yan na; ne çalakiya mezin e. Çalakiya mezin di rêhevala Zîlan de wateya xwe peyda ki... PERİYÊN ÇİYAYAN  Di nav ajalan de em zêdetirîn ji pezkoviyan hezdikin. Ez kîngê derkevim rêwîtiyê, dixwazim her tim wan bibînim. Dema ez di rêwîtiyê deme, çavên min her dem li derdora min in. Ez dengekî hêdîtir, xişîneke pir kêm jî dibihîzim. Carna rêya ku lê dimeşim jibîr dikim, winda dibim. Dema ez hewl didim wan bibînim, li kevir û zinaran dieliqim û dikevim xwarê. Ez dixwazim di zivronekekê de, di pişta zinar... EZ PKK ME  Bi du gotinên efsûnî min dest bi nivîsa destana xwe kir. Li ser mîrateyeke du alî ku ji pêşiyên min mayî Aliyek xwîn, tirs, xof û qetliyam Aliyek berxwedan, serhildan û îsyan Lê xwîn, xof û qetliyam bibû serdar Seranserê welatê min bibû taristan Bi Heqî re min nîvê ruhê xwe li Dîlokê ji dest da Lê ev derba xedar min ji xwe re kir ahd û peyman Di demsala payîzê de li gundê Fîsê ... CÎHANA STÊRKAN  Di esmanekî sayî debi biriqandina stêrkan rebi hev re awaza şevan digotinma gelo!rast e stêrk bi hev re dipeyivin?carekî were guhdar û temaşekebiçe ser girekî bilindwekî Katoyandestê xwe yê rastêdeyne ser rûçikê xwebi destê çepê jîçavên xwebi desmaleke spî pak bikekûr kûr berê xwe bideezmanê jorînbi qasî çend deqeyantemaşe bikeguhdar biketê wê çaxêpeyv û awazên stêrkandi biriqandina wan de... OPERESYONA 1997’AN A LI HERÊMA GARÊ  Beriya operesyona di sala 1997’an de bê destpêkirin, di navbera tevgera me û KDP’ê de gelek nexweşî dihatin jiyîn. Nêzîkatiyen KDP’ê di asta dijminahiyê de bû. Beriya operesyona Garê bikeve rojevê, hinek fermandarên dewleta Tirk li gel Barzanî li Hewlêrê bi hev re rûniştin. Her wiha fermandarekî KDP’ê yê bi navê Qadir Kaçak jî beşdarî wê civînê bûbû. Di vê civînê de hevpeyman çêdikin û biryar didi... |
| | | | |