| | | | | | Rêber APO Doza Partiyê Bûyerek Mezin e, Partîbûyîn Hêza Herî Mezin e!  PKK, di rastiya xwe ya 18’emîn de, çiqas nêzî rastiya serkeftinê ye daye selmandin. Doza me ya mezin a partiyê, bi herî derfetên kêm û bi îdeayên ku zêde ne pêşketîbûn, bi komeke ku wê çi bikin ne diyar bû, bi vê gava ku li gundê Fîsa Amedê hate avêtin, di roja me ya îro de bû navê pêvajoyeke destanî. Bêguman beriya destpêka partiya me jî heye. Bihara 1973’yan, di asta herî kêm de tovavêtineke partîbûyînê bû. Ev jî gaveke cidî bû û piştre her sal di wateya avabûnê de xwedî cihek e. Çawa ku, her bihar destpêka jiyaneke nû be, şînbûn, şa... 15’E TEBAXÊ DI XEBATA ME DE GAVEK E  15’ê Tebaxê di xebata me de gavek e, weke gavên din, dema hevalan ev gav avêt, nikarîbûn mesûliyeta mezin bigirtana, her roj bar dima ser me. Me xwe ba neda, xwe li paş jî nexist. Dijmin digot 48 saet, 72 saet, sê rojan de em ê wan ji holê rakin. Sê roj bû sê meh, sê meh bûn sê sal, sê sal bûn neh sal. Niha mirov dikare bêje ji dijmin bêhtir em li welêt xurt in. Me serê çiya hemû girtine. Dijmin nikare, pir zêde pêngavan pêş bixe; bi hezaran pêngav çêkirin, nikarîbû me ji holê rakin, biqedînin. Me bi însanên ji dijmin bêhtir zirarê didin xwe ... TAYBETMENDIYÊN KESÊN BI HÊZ ÇAWA NE?  Taybetmendiyên kesên bi hêz çawa ne? Taybetmendiyên kes ên şervan çawa ne? Ka em ceribandinekê bikin; em marekî dirinde biavêjin erdê. Wê hest, tirs û parastineke çawa di kesayeta de bide çêkirin? Li ser mirovekî dirinde bihizirin. Weke gur serê xwe rakiriye. Weke mar zimanê xwe derxistiye. Weke lawirekî dirinde ye. Li ser mirovekî wisa bifikirin. Wê çavê we derbixe, dilê we derbixe, we biêşîne. Hûn ê di devereke wisa de taybetmendiyên çawa bigirin? Ger em hêza xwe parastinê, ya xwe rêxistinkirinê bidin we, ma gelo hûn ê bikaribin ... 15’E TEBAXÊ Dİ XEBATA ME DE GAVEKE  Axaftina Serokatiya Partiyê Li Ser Deh Saliya 15’ê Tebaxê 15’ê Tebaxê di xebata mede gaveke, weke gavên dine, wexta hevalan ev gav avêt, nikarîbûn mesûliyeta mezin bigirtana, her roj bar dihate ser me. Me xwe baneda, xwe li paş jî nexist, dijmin digot 48 saet, 72 saet, sê rojan de em ê wana ji holê rakin. Sê roj bû sê meh, sê meh bun sê sal, sê sal bûn neh sal. Niha mirov dikare bêje ji dijmin b&ec... HESTÊN MEZOPOTAMYA  Jinên herî mezin di dîrokê de ji van axan, yanî ji Mezopotamya derketine. Em jî li pey wan in, paşhatiyên wan in. Em tevgera vegera dîrok û evînê ne, li pey nemirinê ne.Va, ku Ewropayî bi ti awayî fêm nakin û dibêjin, “Ev zilam, li ciyekî weke Rojhilata Navîn ku despotîzm lê serdest e, çawa vê azadiya mezin diafirîne?” Bi ya wan qabeya van xebatan Parîs e, New York e, London e. Di bingehê hêrsa wan a li hember min û PKK’ê de ev heye. Yanî hun ne navenda şariştaniyê ne, ne navenda sivîlbûnê ne, hun ne navenda xweşikiyê ne. Ev hemû bi me he... PrevNext Parastina Rewa Di Berxwedanîya Deh Mehan De Yê Kû Bin Ket e Dewleta TC’yê  Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan *Li ser têkoşîna bakur gelek nîqaş hene, weke tevger ev têkoşîna 10 mehên dawî hûn çawa dinirxînin? Destpêkê ez ji bo tevahî gelê me silav û rêzên xwe pêşkeş dikim. Di van 10 mehên bihûrî de bi rastî şerekî bi qehremanî çêbû. Di dîroka berxwedana gelê Kurdistanê de rûpelek nû vekir. Di vê de şehidên me yên qehreman ku xwedan ked in, rol leyîstine û xwe feda kirine; di şexsê hevrê Azad Sîser, Çekdar Amed, Baran Dersîm, Şervan Varto, Hakî Amed, Ekîn Van, Botan Hakkarî û heval Ber... Zêdetir bixwÎne... HESABÊ HEMÛYAN WÊ BÊ PİRSÎN, TOLA WAN WÊ BÊ HİLANÎN!  Dibe ku dewlet be, dibe ku wehşetê dike, dibe ku bi bêmerhametî bi ser mirovên birîndar ên li jêrzemînê diçe, dibe ku wan qetil dike, lê êdî mêtîngeriya Tirk têk çûye. Berxwedana îro li Kurdistanê tê nîşandan, wê êdî bibe goristana wan. Divê her kes bi vê zanibe. Ev berxwedan işaret bi vê dike. Berxwedanên Cizîr û Sûrê ji niha ve bi ser ketine. Ew hatine şikandin. Dibe ku dewlet be, dibe ku wehşetê dike, dibe ku bi bêmerhametî bi ser mirovên birîndar ên li jêrzemînê diçe, dibe ku wan qetil dike, lê êdî mêtîngeriya Tirk têk çûye... Bêguman ev ... Zêdetir bixwÎne... HESABÊ VÊ HOVÎTİYÊ WÊ Jİ ERDOGAN BÊ PİRSÎN  Roj roja namûs û şerefê ye. Bi rastî jêdî dema gotinê derbas bûye. Roj roja liv û tevgerê ye. Ev yek ji bo me jî derbas dibe. Em jî di vir de berpirsyariya xwe dibînin. Lê divê vê bêjim; ji destê kê çi tê divê bike. Dijmin dixwaze bi gelê me re gav paş de bide avêtin û teslîm bigire. Ev şer di destpêkê de li Îmraliyê hat destpêkirin. Sîstema îşkenceya psîkolojîk a li Îmraliyê dijwar kirin. Herî dawî du heval bê pirs û daxuyanî, ji Îmraliyê derxistin û sirgûn kirin. Ev yek, gavek li dijî Rêberê me ye. Dijwarkirina sîstema îşkenceyê ye. Rê... Zêdetir bixwÎne... KÎ Jİ XWE RE DİBÊJE 'EZ MİROV İM' DİVÊ Lİ MALÊ RÛNENÊ  Bi rastî jî di têkoşîna azadiyê ya kurdistanê de em ketine pêvajoyeke nû ya şer û berxwedanê. Yekemcar e ku gelê me ji bo azadiya xwe, ji bo hebûna xwe, ji bo Rêberê xwe û ji bo jiyaneke azad di vê astê de li ber xwe dide. Ev berxwedan ne tenê berxwedana Sûr, Cizîr û Silopiyayê ye, berxwedana gelê Kurdistanê ya li dijî zilma mêtîngeriyê ye. Berxwedana gelê me berxwedana demokrasî, azadî û hebûnê ye. Ev berxwedan wê bi ser bikeve. Êdî ne mêtîngerî, wê gel bi ser bikevin. Îro roj dora Kurdan e. Roj roja Kurdan e, roja demokrasî û azadiyê ye. Roj... Zêdetir bixwÎne... |
|
| Dibe ku dewlet be, dibe ku wehşetê dike, dibe ku bi bêmerhametî bi ser mirovên birîndar ên li jêrzemînê diçe, dibe ku wan qetil dike, lê êdî mêtîngeriya Tirk têk çûye.
Berxwedana îro li Kurdistanê tê nîşandan, wê êdî bibe goristana wan. Divê her kes bi vê zanibe. Ev berxwedan işaret bi vê dike. Berxwedanên Cizîr û Sûrê ji niha ve bi ser ketine. Ew hatine şikandin. Dibe ku dewlet be, dibe ku wehşetê dike, dibe ku bi bêmerhametî bi ser mirovên birîndar ên li jêrzemînê diçe, dibe ku wan qetil dike, lê êdî mêtîngeriya Tirk têk çûye... Bêguman ev ê bêhesab nemînin. Axîna ti ciwanên Kurd wê ne belasebep be. Hesabe hemûyan wê were pirsîn û tola wan bê hilanîn. Divê her kes bi vê zanibe. Gelê Kurd êdî bê xwedî nîne. Dewleat AKP'ê, ji sala 1938'an û vir ve ya li hemberî gelê me nehatiye kirin, îro dike. Komkujiyên îro dişibin ên Dêrsim, Geliyê Zîlan. Dewleta AKP'ê di sedsala 21'an de li pêş çavên cîhanê, bi awayekî vekirî li Kurdistanê, li Cizîra Botan wehşetê, hovîtiyê dike. Vê wehşetê jî di bin navê 'têkoşîna li dijî terorê' de dike, lê van êrîşên xwe yên hovane li hemberî mirovên sivîl dike. Gelê Kurd qir dike. Îro tê gotin jêrzemîneke sêyemîn derketiye holê û mirovên lê bi zindî hatine şewitandin. Ev yek tê wê wateyê ku zilm gihaştiye heta erşê. Ev tiştên AKP tîne serê gelê me, ti mirov li mirovekî din nake. Ev Ê Wehşet Wê Bêhesab Nemîne Axîna ti ji ciwanên Kurd wê belasebep nebe. Hesabê hemûyan wê were pirsîn û tola wan bê hilanîn. Divê her kes bi vê zanibe. Gelê Kurd êdî bêxwedî nîne. Qetilkirina mirovan bi tank û topan wê ji AKP'ê re nemîne. Di roja îro de li ti devera cîhanê ti dewletê bi tank, helîkopter, top, doçka û hawanan êrîşî bajarekî nifûsa xwe 130 hezar e, nekiriye. Lê belê dewleta AKP'ê îro li Cizîr û Sûrê vê dike; li Silopiyayê ev kir. Rast e, mirov dikarin bêjin ku li Sûriyeyê şerekî bi vî rengî heye; yanî li nava bajaran tank û top tên bikaranîn. Lê belê li Sûriyeyê hem dewlet hem jî mûxalefet li hemberî hev tank, top û doçka bi kar tînin. Yanî her du alî jî li nava bajaran li hemberî hev bi çekên giran şer dikin. Baş e; li Cizîrê, li Sûrê, li Silopiyayê di destê ciwanan de çekên giran nîne. Di destê wan de kleş hene; çeka herî mezin kanas e, ew jî çeka ferdî ye. Lê belê dewleta AKP'ê bi tank û topan êrîş dike û malan xera dike. Hin hene radibin dibêjin, 'xendekên berxwedêran bûn sedema van êrîşan'. Baş e wê çaxê; eger leşkerên dewletê jî dizanin şer bikin, wê demê bila bi çekên ferdî şer bikin. Dikarin bi hêsanî bi çekên ferdî li wê derê operasyonê bikin; wê çaxê malek jî xera nabe. Lê belê ji ber ku dixwazin bajarên Kurdan xera bikin û gelê Kurd bi vî rengî bîne ser çokan, li hemberî ciwanên bi kleşan li ber xwe didin, çekên giran bi kar tînin. Ev ne cesaret e, tirsonekî ye, namerdî ye. Eger ew kumik sorên wan, hêzên wan ên taybet ewqasî ji xwe bawer in, bila fermo bi peyatî bikevin nava taxan. Lê na, ew ewilî bi tankan li bajaran didin, malan xera dikin, dûre xwe mîna qehremanan nîşan didin. Ev 2 meh in êrîşî Cizîrê dikin; ev 71 roj in êrîşî Sûrê dikin. Ya ku ev dikin, wehşet e. Pîvanên şer tine dihesibînin. Sivîl, zarok-extiyar êrîşî her kesî dikin. Mırovatî Bı Van Namerdan Re Nemaye Li hemberî daxwazên rewa û mafdar ên gelê Kurd, dewleta Tirk bi tank û topan hovîtiyeke mezin dike û li dijî ciwanên bi çekên biçûk li ber xwe didin, rabûye biçekên giran, kobrayan êrîş dike. Dewleta Tirk hemû hêzên xwe yên taybet dibe Cizîr û Sûrê . Li ti devera cîhanê mînakek weke vê nîne. Lê belê dewleta Tirk îro li Kurdistanê vê dike û bêyî ku li ber xwe bikeve, li pêş çavên her kesî vê yekê înkar dike. Berevajî; radibe siyaseta Kurd û me sûcdar dike. Derewkariyeke bi vî rengî, durûtiyeke bi vî rengî, namerdiyeke bi vî rengî, bêwijdaniyeke bi vî rengî, di vê astê de dûrketina ji mirovahiyê heta niha nehatiye dîtin. AKP'ê berê Kemalîzm rexne dikir; ya ku ew niha dike ne kêmî ya Kemalîzmê ye. Mirovên birîndar bi awayekî zindî dişewitîne û di vê sedsalê de wehşeteke bêsînor dike. Mînak; navên birîndarên li jêrzemîna mala bi hejmara 23'an asê man berî 15 rojan hatin dayîn, hat gotin bê kî ne. Mirovên sivîl ên xebatên civakî dimeşînin û ji aliyê herêmê ve tên naskirin e. Lê belê, dema navnîşana cihê van birîndaran hat dayîn, çeteyên AKP'ê yekser berê hemû topên xwe dan wê derê; heta ew avahî bi ser wan de biruxe, top lê barandin. Û ew mirov li wir şehîd xistin. Dûre jêrzemîneke din derket holê; niha yeka din derketiye. Cihê vê hovîtiyê di ti ol, exlaq û mirovahiyê de nîne . Yê mirov be vê nake, lê mirovatî bi van namerdan re nemaye. Gelê Me Careke Dın Bı Durûtıya Ewropayê Re Rû Bı Rû Ma Ye Ev bêdengiya wan, rûreşiya mirovahiyê ye. Eger li cihekî zilm hebe, neheqî hebe û tu li wê temaşe dike, wê demê tu jî hevparê wê neheqî û zilmê ye. Gelê me careke din bi durûrtiya Ewropayê re rû bi rû ma ye. Bi taybetî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hiqûq gemarî kiriye . Dadgeha Mafên Mirovan veguheriye Dadgeha Parastina Berjewendiyan. Ji ber ku dadgeh li gorî siyaseta xwe eyar kirine, hiqûq gemarî kirine. Ji xwe, eger Ewropa û cîhana rojava durû nebûya, çeteyên Erdogan nikarîbû ev bikira. Berpirsyariya komkujiyên niha yên li Cizîrê ya wan e; nikarin vê berpirsyariyê ji xwe xwe biavêjin. Bexwedana Bajaran Êdî Bûye Agır Û Wê Venemıre Çeteyên AKP'ê dixwazin ji vê rewşa konjonturî sûdê werbigirin, bi vî rengî gelê Kurd tine bikin . Armanca wan ew e; berî bihar were, berî gerîla bikeve dewrê ciwanên li van bajaran li ber xwe didin tesfiye bikin. Ji ber ku ew ditirsin, bi helîna berfê re gerîla wê bikeve nava tevgerê û Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê derbasî qonaxeke nû bibe. Ji ber vê yekê, bi kîjan rêbazê dibe bila bibe, hewl didin hemû bajarên berxwedêr bi taybetî Cizîrê tine bikin û di vî warî de her der îqna kirine. Lê wê nikaribin bikin. Divê gelê me bi vê zanibe. Rast e; Cizîr bajarekî hêja û pîroz e; berxwedana li wê derê gelekî watedar e. Lê guhertina rewşa berxwedanê nayê wê wateyê ku dewleta Tirk bi ser ketiye. Vaye şêrên Cizîrê li ber xwe didin, şêrên Sûrê li ber xwe didin, şêrên Amedê, Nisêbînê, Geverê, Şirnexê, Hezexê li ber xwe didin. Berxwedana li bajaran êdî bûye agir û wê venemire. Ev agir wê venemire, di heman demê de axîna mirovên me yên li jêrzemînan şehîd ketin wê li erdê nemîne. Cizîra Botan keleha berxwedanê ye. Berxwedêran taktîk guhertibin jî, ev yek bi vî rengî wê dewam bike. Di nava bêdengî û desteka Ewropayê de, cihê gumanê ye bê ev kîjan çekê bi kar tînin. Mesela; mirovên şehîd dikevin dişewitînin. Her wiha parçeyên çekên xwe ji nava kolanan kom dikin. Agahiyên di vî warî de ji me re tên. Yanî ev hemû cihê gumanê ne. Ev durû ne, ev namerd in. Ev ji însanetiyê derketine û wehşetî li nava van der bûye. Ev ji bo serketinê her tiştî dikin. Lê belê berxwedana îro li Kurdistanê tê kirin, êdî gora wan dikole. Bila her kes bi vê zanibe. Ev berxwedan işaret bi vê dike. Berxwedanên Cizîr û Sûrê ji niha ve bi ser ketine. Ew hatine şikandin. Dibe ku dewlet be, dibe ku wehşetê dike, dibe ku bi bêmerhametî bi ser mirovên birîndar ên li jêrzemînê diçe, dibe ku wan qetil dike, lê êdî mêtîngeriya Tirk têk çûye. Van hemûyan ji ber ku têk çûne û ditirsin, dikin. Halbûkî eger mirovên bi rastî wêrek bûna, wê bi vî rengî mirovên birîndar neşewitandibûna, wê nekuştina. Ev karê tirsonekan e. Yên wehşî vê dikin, dijminên mirovahiyê vê dikin. Wekî din kesekî din vê nake. Cıwan Dîrokek Nû Dınıvîsînın Ez hemû şehîdên me yên sivîl û yên şervan bi minetdariyeke mezin bibîr tînim. Ez mesaja wan a bi berxwedanê re didin, bi kûrahî fêm dikim. Ji sedî sed em ê dilsozê soza wan bin. Ji ber şehadetên piştî vê berxwedana lehengiyê, ji tevahiya malbatên me yên hêja, ji tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazim. Ev şehadetên bi hovane hatin kirin, barê me girantir kirine. Haya me ji vê heye. Em ê tevahiya jiyana xwe û têkoşîna xwe li dora vê têgihiştinê bi rêk û pêk bikin û hesabê vê bipirsin. Ciwanên li wê derê dîrokeke nû dinîvisînin. Bi rastî jî berxwedaneke dîrokî dimeşînin. Em vê berxwedanê bi rêzdariyeke mezin pêşwazî dikin û pê re dilsoz in. Berxwedana heta niha hatiye nîşan dan, îspat kiriye ku ev dewlet dikare were şikandin. Bila tevahiya gelê me bi vê zanibe: rast e êşa me mezin e, lê van lehengan bi şehadetên xwe re rêya serketinê nîşanî me dan. Lewma divê em li ser cenazeyên xwe negirîn, li ser şopa van mirovên hêja nîşan dane, bi lehengî bimeşin. Lı Cızîrê Berxwedan Derbasî Asteke Nû Bûye, Mırovê Lı Gorî Mırov Lı Gorî Wê Tevbıgerın Berxwedana li Cizîrê êdî derbasî qonaxeke nû bûye . Divê êdî li gorî vê qonaxê tevger bê kirin. Di vê dema ku berxwedan derbasî qonaxeke nû bûye de, ne rast e ku mîna berê sîng bi sîng li hemberî dijmin were sekinandin. Em jî dişopînin. Sekin, berxwedan û hewldanên wan ên heta niha, bi rastî jî hêjayî wan bû. Lê belê ji ber ku qonax guheriye divê êdî li gorî dema nû tevgerek bê nîşandan. Mînak di hefteya dawî de diviyabû bi vî rengî tevbigeriya. Di dema nû de dikarin hêza xwe biparêzin, parastina xwe esas bigirin. Yanî ji bo vala derxistina dijmin dikarin bi însiyatîf tevgeriyan. Rê û rêbazên vê hene; taktîkên cuda dikare werin bikaranîn. Bi rêbaza berê nabe. Rêbazên weke xwe veşartin, xwe berdana nava dijmin, kom bi kom vekirina rê û gelek rêbazên mîna van dikarin esas bê girtin. Berxwedêran di nava 2 mehan de dîrok nivîsandin û destnîşan kir, ku ya ji niha û pê ve girîng ew e, hêza xwe biparêzin, serî li taktîkên cuda bidin, dijmin pûç bikin û vê berxwedana xwe ya dîrokî bikin malê dîrokê. Dem Êdî Dema Serhıldanê Ye Divê her kes dengê Cizîrê bibihîze û li gorî wê çi ji destê kê tê bike. Êdî dem dema serhildanê ye. Dema axaftinê nîne. Ji bo sekinandina vê wehşeta AKP'ê, tevlî berxwedanê bibin. Gelê me wê xwedî li xwe derkeve û bersiva pêwîst bide qîrîna Cizîrê. Endamê Komîteya Rêveber A PKK'ê Mûrat Karayilan Ji Radyoya Dengê Kurdistanê Re Axivî |
|
| | Şehîd - Bîranînên Gerîla “Li Serhedê Jiyan Bi Rojê Re Dest Pê Dike”  Piştî em ji Dêrsimê derketin, pir dem li ser derbas bû. Êdî Dêrsim li pişt me ma. Tiştên hatine jiyîn, rêhevaltî di dilê me de cihê xwe girt, ji me re tenê bi bîranîn ma… Em, îro ji Geliyê Zîlan derbas dibin. Ji ew Geliyê Qirkirinê. Ew çemê ku bi sedan cesedên însanan avêtine, em ê pêxwas bikevin têde. Bi bêsebriyek mezin ez ê ber bi wir ve bimeşim. Piştî ku em ji girên Eledaxê hilk... EVÎNDARÊ AXA BOTAN’Ê BU  Dû ciwan bi qasî heybeta Zağrosan berdewamiya riya Ali Çîçekan. Dû hevalên bi hesreta azadiyê ku serkeftîn esas girtibûn. Her dû heval pir ciwan lê cewhera ciwaneke di cewherê xweda çandibun. Heval Cûdî û heval Abas pir ji hev hezdikirin. Hevaltiyeke wan yê pir bi hêz û cewherî hebu. Dema ku heval Abas derbazî Gelî bûn. Heval Cûdî heman pişti heval Abas derbazî Gelî bu. Yani girêdaneke pir xurt he... REMZA RUHE FEDAYİTİYE  Rêheval Zîlan Amed di sala 1999’an li Amed’ê tevlî refên gerîla dibe. Li Zagrosan demeke dirêj dimîne. Sala 2006’an de diçe Dêrsimê. Her tim li cih û qadên zehmet de dimîne. Paqijiya dilê heval Zîlan di rûyê wê de xuya dikir. Li hemberî Dêrsimê hesreteke mezin dijiya. Wexta çû Dêrsimê di asta berpirsiyar de çû. Ruxmî ku temenê wê biçûk bû jî, lê pêşengtî dikir. Mirov di sekna wê ... EM SOZA JİYAN û NEMİRİYE DİDİN  Em diyaloga Rêbertî ya bi fermandar Eşref Başkale re bi we re parve dikin Rêbertiya Partiyê: Navê te? Eşref Başkale: Eşref Başkale R.P: Tu ji ku derê yî û çend salî yî? E.B: Ji Wanê me. Bîst û du salî me. R.P: Xwendina te? E.B: Dibistana navîn. R.P: Ji kîjan herêmê hatî û peywira te çi ye? E.B: Fermandarê taximê me. Ji herêma Zapê hatim. R.P: Çend heyvin tu li gel me yî? E.B: 5 heyv Sero... PKK HIM ÇAVKANIYA JIYANÊ Û HEM JÎ YA HUNERÊ YE  Diyaloga Şehîd Hozan Serhed a bi Rêber Apo re -Belê Serhed, ma te jî girtin? Tu jî dibêjî ji sazê cek? Serhed: Rast e Serokê min -Ev biryar heye? Serhed: Heye Serokê min -Ango, ev di heman demê de biryareke takekesî ye? Serhed: Serokê min, wisa raste rast pêşniyariya min çênebû lê belê ez dikarim bidim diyar kirin ku ji bo pratîkê amade me. -Ka hinekî xwe bide nasîn Serhed: 1970 li Agiriyê... KEMAL PÎR FÊMKIRIN SEROKATÎ FÊMKIRIN E  Fêmkirina Kemal Pîr, di heman demê de fêmkirina Rêbertî’ye. Kesayet û taybetmendiyên têkoşîna Kemal, feraseta wî ya felsefîk, jiyan û şêwazê têkoşîna wî, ger em fêm bikin, wê ev me ber bi fêmkirina Rêbertî, piratîkeke rast û çûna serkeftinê ve bibe. Ji bo ku feraset û paradigmaya nû bê fêmkirin û bê piratîzekirin, pêwîst e em Kemal Pîr’an, her tim di rojeva xwe de bihêlin. Kesayeta Kemal rebeq bû... BAWEŞKÊN BERFÊ  Garisa, şahidê çîroka şerê çekdarî. Dayîka hemû bûyer û serpêhatiyan. Li rex her girekî bilind, an li pişta her darêkî bûyerekî ku nehatiye nasîn, bihîstin û şirovekirin heye. Wateya Garisa ji bo şerê gerîla xwedan cihekî taybet e. Peyva Botanê di dîroka şerê çekdarî de bû bêjeyeke şîrîn û têye bilevkirin û devê her kesî şîrîn dike. Garisa xwedan hêz û heybet e, babetekî bêhempa ye. Lewra jî hêzê... HEVALEKÎ RÛKEN KOÇER KURDO  Hevalbendiya PKK navnişana jiyane yê û jiyan jî çavkaniya bîranînê ye. Di nav partiya me de bi hezaran bîranînên hevalan hêye. Ye kû li ser axa Mezopotamya jiyankirin bi hewra qek mirovên çiyayên azad û bûn sembola jiyana nû, li hemberê hemû êrîşên dijminên xwinxwar û çandxwar. Bi laşen xwe yên bedew, bi dilen pir mezin, li hemberê hemû teknîka xwinxwar wek firok, top û tanqan û leşkerên xwînxwar ... RASTIYA JIYANA ME  Jiyana gerîla jiyaneke bi hêz, coş û heyecaneke bêhampaye û di jiyana gerîla de mirov hebûn û mirovatiya xwe hîs dike. Ji ber ku ev jiyan bi ked û xwînê tê afrandin û her kesê ku cihê xwe di nava vê jiyanê de digre hemû hêza xwe û hebûna xwe dide vê jiyanê û her dixwaze vê jiyanê hîn bêtir bixemilîne û rengereng bike. ji bona gihiştina jiyaneke nû tê de her tiştê spehî û giranbuha peyda dibe... HÊVİYA JİYANÊ  Sal 1996, destpêka biharê bû. Di bihara wê salê de, konferansek hate lidarxistin. Di konferansê de, li ser pratîka derbasbûyî hate sekinandin. Lê, bi berfirehî li ser rastiya ku hatibû jiyîn nehate sekinandin. Ji ber ku wê demê Şemdîn Saqiq jî di konferansê de cih digirt û dixwest çemkên xwe yên çewt bide runiştandin. Wî digot; “pêwîste ji îro şûn de çalakî bi komên piçûk pêk werin. Artêşek mezin ... | | | Nîrxandin û Nivîsên Rojevî ÎDEOLOJÎKBÛYÎN BI XWE RE XEBAT, TÊKOŞÎN, SEKNA ÎDEOLOJÎK TÎNE  Îdeolojî şêwazê, tevahî rêgez û pîvanên jîyanê, çavkaniya hêza manewî dikare bê pênase kirin. Şêwazê jîyanê çawa be, îdeolojî ew bi xwe ye. Pewîste îdeolojî û teorî neyê tevlîhev kirin. Teorî; dahûrandina rewşekê îfade dike. An jî tevahiya fikra ji mirov dikarî pênase bike. Bi giştî teoriyê re îdeolojî bê gotin, ev şaşe. Di teoriyê de mîsogerî nîne. Teorî xwe dispêre şiroveyan. Şîroveya dahûrand... RÊBER APO RE JIYAN BIKE, KURDISTANÊ AZAD BIKE  Wek tê zanebûn em di serdema 23. salvegera komploya navnetewî de ne. Armanca komploya navnetewî di kesayeta Rêber APO de Tevgera Azadiya Gelê Kurdistanê tûne kirine. Bîst û sê sale Rêber APO warê fîzîkî ji me qûtkirine. Di nava girava Îmraliyê de bin tecrîteke giran de tê ragirtin. Di bin wê tecrît û îşkenceya giran de fîzîka normal mirovekî ne mûmkûne ewqas li berxwe bide. Lê Rêber APO bi bîr û... JI HEQÎQETA HEVPAR A GERDÛNÊ RE  Çêbûn, hebûn û avabûn. Ev 3 têgeh xwedî wateyên mezin ên heqîqetên gerdûnî ne. Û di bin hiş û lêgerînên her mirovên li azadiyê digerin de daxwaza xwe gihandina raz-sira van têgehan heye. Ji ber a ku wateyê dide jiyan û hebûna mirovên azadîxwaz û asoya wan a azadiyê dixemilîne meraqa têgihiştina van heqîqetan e. Heqîqet jî li gel şoreşgeran hêza wateyê ye. Bi qasî tu gihayî hêza wateyê tu dikarê ... Lİ ZAGROS’AN DEWLETA TİRK BİNKET  Roja 24’ê Tîrmehê bi awayeke berfireh li her cihê gerîla lê dima êrîşên hewayî pêk hatin. Dijmin ruxmî ku bi teknîka nû ya qaşo jêre dibêjin nûjen him hewayî û him jî bejayî êrîş kirin. Lê, gerîla ji viya zêde zirar nedît. Ji ber ku tevgera me pêvajo di pêşî de xwendibû. Li gorî wiya jî tedbîrên xwe girtibûn. Gerîla bi vîn û baweriya xwe ya bêeman ev êrîş vala derxistin. Dijmin dema dît nikare ger... Bİ DENGÊ 15’Ê TEBAXÊ HÊVİYA JİYANÊ  Stêrkek nû di ezmanê welatê me de weke gulekê ji heskirina axa xwe re, ji bona em ruyê bi ken nasbikin emê dilê xwe ji bona azadiya hevaltiyê vekin, xweziya ji wan gulê bi salan bi xwîna we hatî şînkirin û avdan û we li her kesî dayî behnkirin û we hevaltî bi salan dayî heskirin û ji bona azadiya welatê xwe we xwêdana bi salan li ser her çiyayî ku em niha li ser jiyan dikin û bi armancek bi ... BERSİVA JİYANA MEZİN ÇALAKİYA MEZİN E  Jiyana rêxistinkirî, kamilbûna bîrdozî û polîtîk, bûna xwedî şêwaz, uslûb û tempoyê, weke leşkerekî/ê bûna xwediyê taktîkên serdemê. Ger ev hemû pêk hatin, tu yê bibî xwedî çalakiyeke mezin. Wisa mînakê çalakiyeke ku hedefê wê qet ne diyar e, derfetên daringî yên partiyê belawela dike û nediyar e ka li dijmin dixe yan na; ne çalakiya mezin e. Çalakiya mezin di rêhevala Zîlan de wateya xwe peyda ki... PERİYÊN ÇİYAYAN  Di nav ajalan de em zêdetirîn ji pezkoviyan hezdikin. Ez kîngê derkevim rêwîtiyê, dixwazim her tim wan bibînim. Dema ez di rêwîtiyê deme, çavên min her dem li derdora min in. Ez dengekî hêdîtir, xişîneke pir kêm jî dibihîzim. Carna rêya ku lê dimeşim jibîr dikim, winda dibim. Dema ez hewl didim wan bibînim, li kevir û zinaran dieliqim û dikevim xwarê. Ez dixwazim di zivronekekê de, di pişta zinar... EZ PKK ME  Bi du gotinên efsûnî min dest bi nivîsa destana xwe kir. Li ser mîrateyeke du alî ku ji pêşiyên min mayî Aliyek xwîn, tirs, xof û qetliyam Aliyek berxwedan, serhildan û îsyan Lê xwîn, xof û qetliyam bibû serdar Seranserê welatê min bibû taristan Bi Heqî re min nîvê ruhê xwe li Dîlokê ji dest da Lê ev derba xedar min ji xwe re kir ahd û peyman Di demsala payîzê de li gundê Fîsê ... CÎHANA STÊRKAN  Di esmanekî sayî debi biriqandina stêrkan rebi hev re awaza şevan digotinma gelo!rast e stêrk bi hev re dipeyivin?carekî were guhdar û temaşekebiçe ser girekî bilindwekî Katoyandestê xwe yê rastêdeyne ser rûçikê xwebi destê çepê jîçavên xwebi desmaleke spî pak bikekûr kûr berê xwe bideezmanê jorînbi qasî çend deqeyantemaşe bikeguhdar biketê wê çaxêpeyv û awazên stêrkandi biriqandina wan de... OPERESYONA 1997’AN A LI HERÊMA GARÊ  Beriya operesyona di sala 1997’an de bê destpêkirin, di navbera tevgera me û KDP’ê de gelek nexweşî dihatin jiyîn. Nêzîkatiyen KDP’ê di asta dijminahiyê de bû. Beriya operesyona Garê bikeve rojevê, hinek fermandarên dewleta Tirk li gel Barzanî li Hewlêrê bi hev re rûniştin. Her wiha fermandarekî KDP’ê yê bi navê Qadir Kaçak jî beşdarî wê civînê bûbû. Di vê civînê de hevpeyman çêdikin û biryar didi... |
| | | | |